'Damezrandina PKK'ê ji neteweya Kurd re bû roja vejînê'

Ji welatparêzên Kurd ên ku karîbûn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin Ehmedê Pîrê diyar kir ku damezrandina PKK'ê ji neteweya Kurd re bûye roja vejînê û got, "Bi 6 kesan destpê kir, vaye bûye bi milyonan mirov."

Ehmedê Pîrê yek ji wan kesan e ku dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qada Rojhilata Navîn bû, derfet dît ku wî bibîne. Ehmedê Pîrê bi wesîleya salvegera 45'an a damezrandina PKK'ê axivî û got, "Kurd di xewneke giran de bûn. Bi damezrandina PKK'ê re ji xewê hişyar bûn û bi teqandina fîşeka yekemîn dest bi jiyaneke nû kirin."

Ehmedê Pîrê anî ziman ku ew bêhêvî bûn, baweriya wan nema bû ku Kurd careke din rabin ser piyan, lê belê bi tevgera Apoyî re her tişt hate guhertin û got, "Tevgera PKK'ê di demeke welê de destpê kir ku neteweya Kurd li ber qirkirinê bû. Tevgera Apoyî li nava metropolên Tirkiyeyê rabû, ku ev yek bi xwe derbek li dagirkeriyê bû. Fikra 'Kurdistan mêtingeh' li zanîngehê hate destnîşankirin. Ji wir û pê ve me got êdî em hene."

Ehmedê Pîrê diyar kir ku Tevgera Apoyî bi 6 kesan destpê kir, niha bi milyonan mirov hişyar kiriye û got, "Ji bo bîranîna Heqî Karker di 27'ê Mijdara 1978'an de PKK bi 6 kesan hate damezrandin. Rêber Apo bi dengekî bilind bang kir û got, êdî Kurd hene, sax in. Roj bi roj pêla şoreşê mezin bû."

Ehmedê Pîrê ragihand ku dewleta Tirk, NATO û Gladiyo li ber vî fikrî rabûn, xwestin tune bikin û wiha dewam kir, "Di sala 1979'an de komê berê xwe da Rojavayê Kurdistanê. Rêber Apo bi navê Elî Firat dihate naskirin. Wê demê min berberî dikir. Hevalê Cemal wê demê hevaltî bi min re çêkir. Roj bi roj em bi wan ve hatin girêdan û xwedî li partiya xwe derketin. Timî ji me re digotin, 'Kurd tune ne, gelê biyanî ye'. Lê belê bi tevgera me re êdî me xwe nas kir ku em hene."

Ehmedê Pîrê ragihand ku bi teqandina fîşeka destpêkê re gelê Kurd ji wê xewê hişyar bû û got, "Gelê me dît ku komek ji çend kesan li hemberî NATO'yê şer dike. Dijmin roj bi roj digot ku wê wan tune bike. Lê kom roj bi roj mîna goga ji berfê her çû mezin bû."

Ehmedê Pîrê anî ziman ku sala 1986'an derfet jê re çêbû ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîne û got, "Çend saet bûn, lê belê ew ji bo min jiyanek bû. Êdî me dest bi karê eniyê kir. Em tu carî ne poşman in. Dewleta Tirk digot, 'me beton rijandine ser Kurdan', vaye ew beton hate şikandin bi rêya fikir û felsefeya Rêber Apo. Eger ne ji hêza me û partiya me bûya em niha tune bûn. Partî û gel girêdayî hev in. Em ê heta dawiyê xwedî li gerîla û Rêberê xwe derkevin."