Salvegera demezirandina PKK’ê li Qamişlo bi coş hat pîrozkirin
Salvegera 45'emîn a damezirandina PKK'ê li Kantona Qamişlo bi coş hat pîrozkirin.
Salvegera 45'emîn a damezirandina PKK'ê li Kantona Qamişlo bi coş hat pîrozkirin.
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişlo bi boneya salvegera 45'emîn a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) meşeke li bajêr li dar xist.
Şêniyan bi wesayîtan ji çerxeryêya şehîd Yûsif Gulo ber bi Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ve bi rê ket. Li wir jî beşdaran govend gerandin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku sibe Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişlo bi heman boneyê şahiyeke mezin li Qada Azadî ya Taxa Hilêliyê saet di 15:00'an de li dar dixe.
Li navçeya Tirbespiyê jî Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê çalakiyek li dar xist.
Şêniyên navçeyê bi wesayîtan di nava kolanên navçeyê geriya û li ber Şaredariya Gel kom bûn û govend gerandin.
Li Dêrîkê jî Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê çalakî li dar xist.
Karwanê wesayîtan li nav kolanên geriya û berê xwe da Goristana Şehîd Xebat Dêrik û li wir find li ser gorên şehîdan vêxistin û li qada Şehîd Bêrem a navçeyê govend hatin gerandin.