Ji bo Şehîd Hesen Şahîn merasîma sersaxiyê hat lidarxistin
Xelkê Girkê Legê sersaxî ji malbata Şehîd Hesen Şahîn re xwest.
Xelkê Girkê Legê sersaxî ji malbata Şehîd Hesen Şahîn re xwest.
Hesen Şahîn 22`ê Mijdarê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser rêya gundê Şûrik ê girêdayî navçeya Tirbespiyê de şehîd bibû.
Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê ya girêdayî kantona Qamişlo ji bo şehîd Hesen merasîma sersaxiyê li Yarîgeha bajaroka Rimêlanê li dar xist.
Di merasîmê de piştî rêzgirtinê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Hezna Temo dest bi axaftinê kir. Hezna sersaxî da malbata şehîd û got: “Em soza xwe ji bo şehîdan nû dikin ku em ê heta pêkanîna serkeftinê û têkbirina dijminan rêya wan dewam bikin.”
Endama Kongra Star Esmehan Elî jî wiha axivî: “Şehîdan ji bo ku em bi ewle bijîn xwe feda kir. Dewleta Tirk a dagirker çiqasî êrişî me bikin jî, wê nikaribe îradeya me têk bibe. Em hêza xwe ji fedakariyên şehîdên xwe digirin.”
Hevserokê Nivîsgeha Partiya Yekîtiya Demokratîk şaxê Girkê Legê Fûad Sedî jî axaftinek kir û got: “Bi saya fedakariyên keç û xortên me yên di oxira pêkanîna azadiyê de şehîd bûne, bêhna azadiyê ji vê axê difûre.”
Endamê rêveberiya Şaredariya Rimêlanê Ehmed Îbrahîm jî axivî û soza şopandina rêya şehîdan da.
Rêhevalê şehîd Hesen Şahîn, Mihemed Emîn jî behsa taybetiyên hevrêyê xwe kir: “Şehîd Hesen bi rûyê xwe yê biken, her tim çavkaniya îlham û kêfxweşiyê bû. Em ê her tim dilsozê wî bin. Em ê têkoşîna xwe ji bo pêkanîna armancên şehîdan mezintir bikin.”
Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Birayê şehîd Hesen Şahîn, Ciwan Şahîn piştî wergirtina wesîqeya birayê xwe got: “Kes nikare îradeya me têk bibe.” Beşdaran jî bi yek dengî got, “Şehîd Namirin.”