Piştî êrîşên Îsraîlê balafirgeha Şamê dîsa ji xizmetê derket
Balafirgeha Şamê ku ji ber êrîşa Îsraîlê mehek girtî bû, piştî çend saetan vebû dîsa bû hedefa êrîşa hewayî û ji xizmetê re hat girtin.
Balafirgeha Şamê ku ji ber êrîşa Îsraîlê mehek girtî bû, piştî çend saetan vebû dîsa bû hedefa êrîşa hewayî û ji xizmetê re hat girtin.
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di daxuyaniyekê de got: "Hêzên hewayî yên Îsraîlê roja Yekşemê piştî nîvro êrîşek nû li ser balafirgeha navneteweyî ya Şamê pêk anîn (...) balafirgeh cardin ji xizmetê re hat girtin.”
SOHR'ê diyar kir ku di êrîşê de pîst hatine hedefgirtin, ji balafirgeha leşkerî ya Mazze ya ku li cihekî din ê paytextê ye jî dengê teqînê hatiye bihîstin.
SOHR’ê ragihand ku di êrîşa ku "baregehek hêza parastina hewayî ya li herêma Mazze" bû hedef, efserek û 2 personelên din birîndar bûn.
Çavkaniyekî leşkerî ji SANA ajansa nûçeyan a fermî ya girêdayî hikûmeta Şamê re ragihand ku, di derdora seat 16.50’an de “dijminê siyonîst ji aliyê Golan a dagirkirî ve bi fûzeyan êrîşeke hewayî pêk anî.”
Li gorî SANA’yê, êrîş "balafirgeha navneteweyî ya Şamê û hin nuqteyên li herêma Şamê" kirin hedef, balafirgeh ji xizmetê re hat girtin û bû sedema "xisarên madî."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku pergalên parastina hewayî "piraniya fûzeyan" îmha kirine.
Ji sala 2011'an ve ku şerê navxweyî li Sûriyeya cîran dest pê kiriye û vir ve Îsraîlê bi sedan êrîşên ku çeperên artêşa Sûriyeyê, Hîzbûllah a Lubnanê û milîsên alîgirê Îranê hedef digire, pêk anî.
Piştî ku şerê navbera Îsraîl û Hamasê yê Filistînî li Şerîda Xezeyê di 7’ê Cotmehê de dest pê kir, ev êrîş zêde bûn.
Êrîşên li ser balafirgeha Şam û Helebê yên di 12 û 22’ê Cotmehê de her du binesaziyan ji xizmetê re hat girtin. Seferên balafirgeha Şamê roja Yekşemê ji nû ve dest pê kiribûn.
Piştî êrîşên 22’ê Cotmehê balafirgeha Laziqiyê ya li perava rojava hat bikar anîn.
Îsraîl kêm caran têkildarê êrîşên xwe yên li ser Sûriyê şîrove dike, lê dibêje ku ew dixwaze rê li ber dijminê mezin Îranê bigire ku li ber deriyê wê cihê xwe negire.