Salvegera demezrandina PKK'ê li Şehbayê hat pîrozkirin

Xelkê Efrîn û Şehbayê salvegera demezrandina PKK'ê li bi şahiyeke girseyî pîroz kirin.

Bi hezaran xelkê Efrîn û Şehbayê bi beşdarbûna hemû endamên saziyan bi boneya salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li Kampa Serdem a Şehbayê şahiyeke girseyî li dar xistin.

Şahî ji bo bîranîna şehîdan bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre Hevserokê Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Ferhan Kobanê axivî.

Ferhan Kobanê salvegera 45'emîn a PKK′ê li tevahî gelên cîhanê pîroz kir û wiha got: "Beriya 45 salan PKK hate demezrandin. Ji demzerandina partiyê ve gelên me ketin ser rêya azadiyê û heya roja îro li ser xeta azadî û demokrasiyê dimeşin. Sala 1982'ê yan di zindana Amedê de hevalê Mazlûm Dogan dirûşmeya ′Berxwendan Jiyan e′ berz kir. Ev dirûşme heya roja îro tê gotin. Di sala 1984’an de Fermandar Egîd pêngava 15’ê Tebaxê li ser vê esasê avêt û têkoşînê xurtir kir. Di vê rêyê de PKK bi hezaran şehîd dan, lê îro gelê me bi saya şehîdan li çar parçeyên Kurdistanê li hev dicivin û vê rojê pîroz dikin.”

Piştî axaftinan şahî bi gerandina govendê û stranên şoreşgerî dewam kir.