Dewleta Tirk li Girê Spî 3 ciwan revand

Dewleta Tirk a dagirker li Girê Spî Serdar Ehmed, Emar Ehmed û Nûran Ehmed revand.

Dewleta Tirk li taxa El Mehete ya Girê Spî ku dagir kiriye, bi rêya çeteyan avêt ser malekê. Di encamê de ciwan Serdar Ehmed (27), Emar Ehmed (15) û Nûran Ehmed (19) revand.

Nayê zanîn ku her sê kesên hatin revandin bi ku ve birin. Li bajarên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin revandin, destdirêjî, kuştina mirovan bûne kiryarên rojane. Di destpêka meha Mijdarê de li bajarokê Eyne El Eros ê Girê Spî 6 kes hatibûn revandin.