ROJANE
Hemû Nûçe
-
DÎDF: Tevlî çalakiyên protestoyî yên dijî Erdogan bibin
DÎDF banga tevlî çalakiyên protestoyî yên li dijî Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên ku wê 28-29’ê Îlonê biçe Elmanyayê kir. -
Erdogan li Elmanya ne mêvanê gel, mêvanê dewletê ye
Erdogan ku Înê û Şemiyê li Elmanyayê dewlet bi asteke bilind wê pêşwaziya wî bike, ji hêla saziyên civakî, partiyên muxalefetê û koçberan ve bi rengê 'kesê ku hatî hermonîkirin' hate ragihandin. -
Nobeta Ocalan Insîyatîva Jinan a Ingilîstanê dewr girt
Vê heftiyê Nobeta Ji Ocalan re azadî ya ku li Strasboûrgê ya Fransayê didome, endamên Insîyatîva Jinan a Ingilîstanê dewr girt. -
Li Îmraliyê komplo giran dibe
Ji dema ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi komploya navdewletî rehîn hatî girtin û vir ve, dewleta Tirk çi dema ku li hemberî paradîgmaya Ocalan û siyasetê dixitime tecrîdê giran dike. -
ROJEVA 25'Ê ÎLONÊ
25'ê Îlonê, rojeva Navenda Nûçeyan -
Têkilî êrîşa li Ehwazê 22 kes hatin destgîrkirin
Têkilî êrîşa li Ehwazê ya Îranê ku 25 kes miribûn 22 kes hatin destgîrkirin. -
Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş. -
Yûsûf Nazîk hate girtin
Yûsûf Nazîk ê ‘Xebatkarê MÎT’ê ku bi îdîaya plangerê êrîşa bombeyî ya li Reyhanli ye hate girtin. -
Yuksekdag: AKP li Suriye bû nobedarê El Nusra
Hevseroka HDP'ê ya rehîn Fîgen Yuksekdag got AKP nobedariyê li bernameyên DAÎŞ'ê û El Nusra dike, ku li Sûriyê karê van serjêkirin e. Biryar hate standin ku Yuksekdag girtî bimîne. -
Yuksekdag: 6-8'ê Cotmehê yê ku înfîal rakirî Erdogan e
Fîgen Yuksekdag a rehînkirî got a ku di çalakiyên 6-8'ê Cotmehê de înfîal rakirî gotinên Erdogan in û diyar kir, navê HDP'yiyên ku bi destê dewletê hatin kuştin nayên hildan. Yuksekdag got,'Dixwazin me bitirsînin, em natirsin' -
Rejîma AKP'ê zexta li ser girtiyan zêde dike
Zexta li ser girtiyên siyasî didome. Li tevahiya welêt, li Wan, Mêrsîn, Êlih û Agiriyê zexta li ser gritiyan zêde dibe. -
Rêya Kadizê çilo serûbinî hev bû
Sondaya fezayê ya Ewropayê Gaîa li ser 6 milyon stêrikan hûr bû û dîroka reftarê ya Rêya Kadizê derxiste holê. -
HDK: Beriya her tiştî divê tecrîd rabe
HDK'ê danezana Civîna Meclîsa Giştî eşkere kir. Di danezanê de hate gotin, ''Heta ku tecrîda li Imraliyê neyê rakirin, li vî welatî ti gaveke wetedar li ser mijara wekhevî û azadiyê nikare were avêtin''. -
Ji bo Îbrahîm Ayhan li Berlînê bîranîn û konê sersaxiyê hate veda
Ji bo parlemeterê berê yê HDP’ê Îbrahîm Ayhan ê 20’ê Îlonê li bajarê Hewlêr ê Başûrê Kurdistanê di encama kirîza dile de jiyana xwe ji dest dabû, li paytext Berlîn a Elmanyayê bîranîn û konê sersaxiyê hate vedan. -
Mazlûm Urfa yê li Kobanê şehîd bûyî, li Frankfûrtê hate bîranîn
Mûstefa Yîgît (Mazlûm Urfa) ê di berxwedana Kobanê de şehîd bibû, li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê hate bîranîn. -
Partiyên Çep piştgiriyên baş didin protestoyên li dijî Erdogan
Rêveberên Partiyên Çep ragihandin ku wê pişta tam bidin çalakiyên protestoyî yên ji aliyê platforma ‘Erdgan Xêr Nehatî’ yên li paytexta Elmaya Berlînê ku li dijî Erdogan ku 28-29’ê Îlonê biçe Elmanyayê bê lidarxistin, bibin. -
ROJEVA 24’Ê ÎLONÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 24’ê Îlonê -
Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş.. -
Salvegera damezrandina PYD’ê li Swîsreyê hate pîroz kirin
Li Swîsreyê 15’emîn salvegera damezradina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hate pîroz kirin. -
Tûnç: Divê dengê me zêdetir derkeve
Ji bo Ferhat Tûnç heta 9 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Biryara rûniştina dozê di 25’ê Îlonê de ye. Ferhat Tûnç wiha got; “Vê demê em nikarin xwe ker bikin û bêdeng bikin'' -
Kantoneke dî jî qedexe danî ser Burkayê
Piştî Kantona Tessînê ya Swîsreyê îro Kantona St. Gallenê jî li qadên fermî qedexe danî ser burkayê. -
Li Parîsê şehîd hatin bibîranîn
Li paytexta Fransayê Parîsê Kemal Akyol Ozgur Karakoçan) ku li Qadên Parastinê yên Medyayê şehîd bûyî û şervanê enternasyonalîst Gabar Legîonnaîre ku li Reqayê şehîd bûbû di salvgera pêşî ya şehîdbûnê de hatin bibîranîn. -
Ciwanên Azad li dijî tecrîdê banga çalakiyê kir
Koordînasyona Ciwanên Azad Ewropayê ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were şikandin bang li ciwanên Kurd ên li Ewropa kir ku çalakiyên domdar bikin. -
Îdîaya Wezîrê Pîşesazî û Bazirganî yê Îranê îstifa kiriye
Hate ragihandin ku Wezîrê Pîşesazî û Bazirganiyê yê Îranê Mohammed Şarîat Medarî ji ber aloziyên di nava hikûmetê de îstifa kiriye. -
Hilbijartina Serokkomariya Iraqê ji bo demeke nediyar taloq bû
Parlamenta Iraqê wê 25'ê Îlonê Serokkomarê Iraqê hilbijarta, lê ev hilbijartin ji bo demeke ne diyar taloq bû.