Mazlûm Urfa yê li Kobanê şehîd bûyî, li Frankfûrtê hate bîranîn
Mûstefa Yîgît (Mazlûm Urfa) ê di berxwedana Kobanê de şehîd bibû, li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê hate bîranîn.
Mûstefa Yîgît (Mazlûm Urfa) ê di berxwedana Kobanê de şehîd bibû, li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê hate bîranîn.
Malbata Mûstefa Yîgît û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk merasîmeke ya bîranînê lidar xist.
NCDK Frankfûrt bi tevlîbûna sedan kesî merasîmek lidar xist û bal kişand ser têkoşîna Yîgît û di kesayeta Yîgît de şehîdên têkoşîna azadiyê bibîr anîn.
Birayê Yîgît Sehstî Yîgît got: “Em ê rê û têkoşîna Mazlûm bişopînin.”
Li ser navê KCDK-E Salman Engîn jî got: “Heval Mazlûm li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ya li Kobanê bêdeng nema û tevlî berxwedana Kobanê bû.”
Ji Komîteya Mabatên Şehîdan a Frankfûrtê Mehemte Emîn Yildiz jî ev tişt got: “Erka dikeve ser milê me, rêya wan bişopînine.”