Hilbijartina Serokkomariya Iraqê ji bo demeke nediyar taloq bû

Parlamenta Iraqê wê 25'ê Îlonê Serokkomarê Iraqê hilbijarta, lê ev hilbijartin ji bo demeke ne diyar taloq bû.

Piştî hilbijartina serokê meclîsê, wê 25'ê Îlonê Serokkomarê Iraqê bihata hilbijartin.

YNK'ê hefteya bihurî Berhem Salih kir namzetê xwe yê Serokkomariyê. Lê belê ji ber ku PDK li ber rabû, dengdana ku diviyabû 25'ê Îlonê ji bo hilbijartina Serokkomariyê bihata kirin, hate taloqkirin.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Parlamenta Iraqê ve hate dayin, di rûniştina duyemîn a serdema nû de ku wê 25'ê Îlonê roja Sêşemê werekirin, wê dengdana ji bo Serokkomariyê neyê kirin.

Hate ragihandin, di rûniştina parlamentê de wê mijarên; komîsyonên mayinde, rewşa Basrayê û xizmetên bingehîn ên ji bo vê wîlayetê bên nirxandin. Nehat eşkerekirin bê hilbijartina Serokkomariyê wê kengî bê kirin.