Sefîrê Bilind ê Îsraîlê: Şeva Pêncşem-Înê hûn ê surprîzên gelekî mezin bibînin
Sefîrê Bilind ê Îsraîlê yê li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Yechiel Leiter got, "Şeva Pêncşem-Înê hûn ê surprîzên gelekî mezin bibînin."
Sefîrê Bilind ê Îsraîlê yê li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Yechiel Leiter got, "Şeva Pêncşem-Înê hûn ê surprîzên gelekî mezin bibînin."
Leiter ji Merit TV re axivî û got, "Me hin surprîz kirin. Gava ku toz belav bû, şeva Pêncşem-Înê hûn ê surprîzên welê bibînin ku operasyona cîhazên ragihandinê wê li gorî wê gelekî biçûk bimîne."
Sefîrê Bilind bi van gotinan bal kişand ser operasyona veşartî ya Mosadê ku 17 û 18'ê Îlona 2024'an pêk anî.
Servîsa veşartî ya Îsraîlê li Lubnanê cîhazên ragihandinê yên endamên Hîzbûllahê teqandibû.
Di teqînan de 3 hezar û 500 kes birîndar bûbûn, 42 kes jî miribûn.