Yuksekdag: 6-8'ê Cotmehê yê ku înfîal rakirî Erdogan e

Fîgen Yuksekdag a rehînkirî got a ku di çalakiyên 6-8'ê Cotmehê de înfîal rakirî gotinên Erdogan in û diyar kir, navê HDP'yiyên ku bi destê dewletê hatin kuştin nayên hildan. Yuksekdag got,'Dixwazin me bitirsînin, em natirsin'

Danişîna doza Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya girtî tê darizandin Fîgen Yuksekdag pêk hat. Yuksekdag, der barê sucdariya ji ber xebatên KCD'ê parastin kir û got: "Ger ku hûn dê derbarê xebatên KCD'ê de lêpirsînê bikin ev salonên we têr nakin. Ji ber ku divê salonên bi sed hezaran darizînin hebin. Ez bi xebatên KCD'ê serbilind im." 
 
7’emîn danişîna doza Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Fîgen Yuksekdag a girtî tê darizandin li 16'emîn Dadgeha Cezayên Giran a li Salona Girtîgeha Sîncarê pêk hat. Wekîlê Serokên Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen, Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mûrat Çepnî, Endama Lijneya Rêveber a Navendî ya HDP’ê Emîne Kaya, parlementer Habîb Eksîk, Oya Ersoy, Tulay Hatîmogûllari, Endamê ESP’ê Şahîn Tumuklu û heyeta Parlamentoya Ewropa doz şopandin. Ji bo şopandina dozê li salonê kotaya 40 kesî danîn û tenê destûr dan ku 40 kes dozê bişopînin. Destûr nedan ku rojnameger tev li danişinê bibin. Yuksekdag da zanin ku di her danişînê de rastî pêkanînên keyfî yên siyasî tê û helwesta rayedaran rexne kir. Yuksekdag, beriya parastinê bike, siyasetmedarê Kurd Îbrahîm Ayhan ê 20’ê Îlonê li Hewlêrê bi kirîza dil jiyana xwe ji dest da bi bîr an û sersaxî ji malbatê re xwest. 
Yuksekdag, anî ziman ku wefata Ayhan rastiya Tirkiye û mecsîla Tirkiye baş li pêş çavan radixe û wiha got: "Ev wêneyê trajediya siyaseta Tirkiye nîşan dide. Ayhan li bajarê ku temsîl dike jiyana xwe ji dest neda, wekî gelek kesên din heman qeder jiya. Wekî Nazim Hîkmet, Ahmet kaya, Yilmaz Guney û gelek kesên din heman tişt jiya. Li gel ku ew qas bûyerên siyaseta Tirkiye dersê jê derxin pir in jî lê mixabin hêj ders dernexistiye. Em dê têkoşîn û doza Rêheval Ayhan pêş bixin. Dilê wî şad be." 
 
Yuksekdag bibîr xist ku li Tirkiyeyê kirîzeke siyasî heye û li navendê jî kirîzekî edaletê heye. Yuksekdag, bal kişand ser talûkeya kirîzê û wiha got: “Eger kirîz bi vî rengî dom bike wê kirîza edaletê hê girantir bibe, wê bibe sedemê nakokiyên civakî. Bi hezaran mirov mexdûrên kirîza siyasî ne.  Yuksekdag, da zanîn ku her zext û tundiya li ser wan zêde bû ew bêtir xurt bûn û bêtir tûj bûn û wiha got: "HDP di bin torpêçek mezin a siyasetê de ye. Em dibînin ku êdi daraz ketiye bin hukmê siyasetê. Êdî saziyên darazê ne xwedî înîsiyatifa serbixwe ne ku biryarê bidin. 2 sal dermas nebûn ev dagirkerî niha bûye ilhak. Îro vesayet hatiye halekî wisa ku bûye mijara bazirganiyê. Êdî ev rezalet wisa belav bûye desthilatdara siyasi pêdivî bi veşartina vê yekê jî nabîne. 
 
EDALET TENÊ LI SER DÎWAR HEYE
 
 Yuksekdag, anî ziman ku desthilatdara siyasî ya hemû mekanîzmayên dewletê xistine kontrola xwe li hemberî wan e û wiha got: "Di van şertan de tu heviya me ji heyetên dadgehê tune ye. Nivîsa “Adalet” ku li pişt heyetê nivîsandiye, tenê li ser dîwar hatiye nivîsandin. Li Tirkiye krîza kûr a siyasî heye. Di navenda wê de jî krîza edaletê heye. Lê tu derê desthilatdara siyasetê vê yeke bibîne tune ye. desthilatdara siyasî li şûna li pêşeroja welat binere, tenê li pêşeroja xwe dinere." 
 
'BI MILYONAN KRÎZA EDALETÊ DIJÎN' 
 
Yuksekdag, da zanîn ku kriza edaletê bi rêk û pêk pêş dikeve û li vî welatî bi milyonan mirov krîza edaletê dijî. Ez xwe wekî mexdûr nabînim. Ev vesikaya min a rûmetê ye. Tişta em bikin em dê li ber xwe bidin. Niha li Tirkiye bi milyonan dolar dizî kirin. Lê tu darger û dozger pirsa vê yekê nakin. Karkerên balafirgehê ji ber ku dibêjin pariyek nan li me nekin kerafî û jar tên girtin. Daraz li pişt mirovên heq nesekinî. Darazê bi fermana desthilatdarê mirov girtin û şandin girtîgehan. Ev zinar her ku diçe kûr dibe." 
 
Yuksekdag, anî ziman ku 2 wekîlên girtî hebûn û wiha lê zêde kir: "Yek jê Enis Berberoglu û ya din jî Leyla Guven bû. Dozên me ne yên hiqûqê ne. Em dîl hatine girtin. Enis Berberoglu yek ji van kesên dîl hatibû girtin. Li ser bazaran Berberoglu hat berdan. Ger ku meclîs bixwaze dikare dîsa Enis Berberoglu bide girtin. Destnedayina me jî wisa bû. Di serdema faşîzma Hitler de jî pergalek hiqûqê hebû. Lê niha êdî pergal jî nemaye. 
Niha bê şerm dibêjin yên  ji daraze bawer dikin ji sedî 30 in. Lê niha ewlehî xistine bin piyan. Bi vî şiklî wê çawa ji darazê bawer bikin. Em dê her dem bibin dengê demokrasî, edalet û rastiyan. Em rastî neheqiyek gelek mezin in. Lê me her dem demokrasî, û berxwedan tercîh kir. Darizandina Galileo heye. Li salonê got "Hûn çi bêjin bêjin, lê dunya dîsa dizîvire. Yê me jî hûn çiqas înkar bikin lê ev rastî heye. Dibe ku weki Hallac-i Mansur çermê wî bê guran, weki Seyid Rıza bên darvekirin, lê nikarin rastiyê biguherînin."
 
KCD RÊXISTINEKE DEMOKRATÎK E
 
 
Yuksekdag, bal kişand ser sucdarkirina wê ya têkildarî xebatên KCD'ê û wiha got: "Dema ku min ev yek di dosya dozê de dît ez keniyam. Îro bi hezaran ji ber vê yekê tên darizandin. Darizandina KCD'ê di 2 salên dawî de dest pê kiriye. Lê KCD saziyek 11 salî ye. Heta niha daraz li kû bû. Dive em tespît bikin ku doza li KCD'ê vebûye ji ber feraseta hêzên siyasî ye. KCD rêxistina girsê ya saziyên demokratîk e. Ji bo çaresariya pirsgirêka Kurd pergalek ava kiriye. Di serdema hevditinên Oslo û Îmraliyê de hatiye avakirin. Roja ku desthilatdarê dest ji çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd berda, li dijî KCD'ê teror îlan kirin. Helwesta desthilatdarê ya li dijî HDP’ê jî hat guhertin. 
Helwesta li dijî KCD'ê şerma desthilatdara siyasî ye. Kengî dest ji çareseriya pirsgirêka Kurd berdan, KCD wekî rêxistina terorê îlan kirin. Hêza wan a KCD'ê darizînin tune ye. Ne hêz û ne salon heye. Ger ku dê KCD'ê darizînin ev salon têr nakin. Pêdivî bi salona sed hezaran mirov heye. 
 
Desthilatê li şûna têkeve rêya çareserî u demokrakiyê, pêhna xwe li xeta çareseriyê xist û rêya krîzê hilbijart. Kaosa niha dijî encama vê tercîha hikûmetê ye. Li cihê ku demorasî hebe jiyan jî heye. Em îro ji ber rastiyê tînin ziman em tên darizandin. Lê mixabin ên şaşiyan dikin azad dikin. Divê em li dijî vê tarizandinê têkoşînek xurttir bidin. Ez bi xebatên KCD'ê serbilind û rûmet im.