Doza Sîncar careke din hate taloqkirin

Doza li ser kuştina Parlamenterê Mêrdînê yê DEP'ê Mehmet Sîncar, ku sala 1993'an li Êlihê hate qetilkirin, careke din hate taloqkirin.

Rûniştina ku li Dadgeha Cezayê Giran a 6'emîn a li Amedê pêk hat, ji ber ku dozger nêrîna xwe amade nekiribû, ji bo 18'ê Kanûnê hate taloqkirin.

Di rûniştina 15'emîn a dozê de ku tetîkkêşê Hîzbûllahê Cîhan Yildiz tê darizandin, hevjîna Sîncar Cîhan Sîncar û parêzerên wan amade bûn.

Bersûc Yildiz bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî rûniştinê bû û careke din negirtî hate darizandin. Parêzeran nerazîbûn nîşan dan ku zêdeyî çar sal in dozger nêrîna xwe pêşkêş nake.

Dadgehê careke din dem da dozgeriyê ku nêrîna xwe amade bike.