Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş.

HPG’ê ragihand ku di çalakiyên li herêma Barzan a Başûrê Kurdistan û navçeya Qilaban a Şirnexê de bi kêmanî 10 leşker hatine kuştin. Di daxuyaniyê de encamên şerê ku piştî operasyona Lîcê û şûnde jî hate parvekirin.

Hêzên Şer ên Iraqê ragihandin ku di êrîşa hewayî ya li Xaneqînê de 6 çeteyên DAÎŞ’ê hatine kuştin.

Kirîza serokkomariyê ya her diçe di navbera PDK-YNK’ê de kur dibe, bi diyarkirina namzetê PDK’ê re derbazî qonaxeke nû bû. Koalîsyona Îmar a ji komên Şiî ya Iraqê pêk tên, daxwaz ji Kurdan kir ku namzetekê tenê diyar bikin.

Cenazeyê siyasetmedarê Kurd Îbrahîm Ayhan ku li Hewlêrê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest dabû, birîn Siwêregê. Polîsan êrîşî girseya gel kir û encam negirtin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê ragihand ku li navçeyên Rac û Cindirês ên Efrînê li dijî komên çeteyên Herar El-Şeriye û Feylaq Şam çalakî hatine kirin, 2 çete hatine kuştin û 3 jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 seatên dawî ya qonaxa dawîn a Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir. QSD'ê got herî kêm 40 çete hatin kuştin.

Hevseroka HDP'ê ya rehîn Fîgen Yuksekdag got AKP nobedariyê li bernameyên DAÎŞ'ê û El Nusra dike, ku li Sûriyê karê van serjêkirin e. Biryar hate standin ku Yuksekdag girtî bimîne.

Zexta li ser girtiyên siyasî didome. Li tevahiya welêt, li Wan, Mêrsîn, Êlih û Agiriyê zexta li ser gritiyan zêde dibe.