Ciwanên Azad li dijî tecrîdê banga çalakiyê kir

Koordînasyona Ciwanên Azad Ewropayê ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were şikandin bang li ciwanên Kurd ên li Ewropa kir ku çalakiyên domdar bikin.

Li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li ciwanên Kurd ên li Ewropayê hate kirin ku rabi ser piyan. Koordînasyona Ciwanên Azad Ewropayê ji bo azadiya Ocalan banga çalakiyê kir.

Koordînasyonê di daxuyaniyê de got, ''Tecrîda li ser pêşengê destkeftiyên Kurd Rêber Apo her demê bi rengekî cudatir tê danîn.

Divê neyê ji bîr kirin, nêzîkatiya li Rêbertiyê rewşeke ji hemû rewşan wêdetir e û em ê ti caran çavê xwe li vê negirin. Dewleta Tirk bi tecrîd û 'disîplîn'ê bersivê dide berxwedana Rêbertî. Em ê jî li ber xwe bdiin, têbikoşin û teqez azadiya fizîkî ya Rêbertî pêk bînin.

Li kûdera cîhanê dibin bila bibin em bang li hemû ciwanên Kurdistanê û dostên wan dikin ku li dijî şantaj û tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo rabin ser piyan.''