ROJEVA 24’Ê ÎLONÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 24’ê Îlonê

-Ew ê çalakiyên ji bo tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were şopandin.

-Li Bakurê Sûriyeyê operasyona li dijî DAÎŞ’ê û pêşveçûnên li gorî wê ew ê were şopandin.

-Rêveberiya Partiya Çep diyar kir ku ew ê piştgiriyê bide xwepêşandanên protestoyê yên ku ji aliyê Platforma ‘Tu bi xêr nehatî Erdogan’ ew ê were lidarxistin a ku ji bo hatina Erdogan protesto bikin.

-Rêxistinên Ciwanan ên Swîsreyê ji bo protestokirina hatina Erdogan a Berlînê xwe amade dikin.

-Malbatên girtiyan diyar kirin ku di hevdîtinên girtîgehan de pêkanînên dermirovî li wan tê kirin.

-Fermandarê HPG’ê Hogir Pêt diyar kir ku tekane armanca wan ew e ku li hemberî dewleta Tirk bi ser bikevin.

-Ji ber krîza ekonomîk bihayê mêwe û fêkiyan zêde bûye. Li Colemêrgê gelek kes fêkiyên li bax û baxçeyên xwe difiroşin û tevkariyê li aboriya malê dikin.