ROJANE
Omer Ocalan anî ziman ku di serdana Cejna Qurbanê de Rêber Apo diyar kiriye ku divê DEM Partî li her deverê hêza xwe xurtir bike û gotiye, "Eger DEM Partî bigihêje benda ji sedî 20’an wê li vî welatî bibe desthilatdar."
Hevseroka PJAK'ê Peyman Viyan destnîşan kir ku gelên Îranê bi ruhê 'Jin, Jiyan, Azadî' dikarin sîstemeke civakî ya alternatîf ava bikin û got, "Şert û merc çi dibin bila bibin em ê ji bo gelê xwe û mafên xwe têbikoşin."
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî bal kişand ser banga dîrokî ya Rêber Apo û got, "Wezîfeya me ya sereke divê avakirina komîsyona li meclîsê be."
Parêzer Yûsûf Çakas anî ziman ku ji bo pêşketina pêvajoyê divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were dabînkirin û diyar kir ku gavên têkildarî mafê hêviyê wê bibe gava aştiya mezin.
Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk destnîşan kir ku perspektîf û banga Rêber Apo ji bo avakirina enternasyonalekê gelekî guncaw e.
Hemû Nûçe
-
-
-
-
-
-
Serlêdana Ocalan wê li DMME'yê were dîtin
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) serlêdana têkilî êrîşa fizîkî û gefa kuştinê ya beriya bi deh salan a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qebûl kir. Pêrşemê wê were dîtin.
-
-
-
-
HDP'yiyên li Sirgûnê bang li Elmanyayê kirin
Beriya serdana Erdogan ku sibehî wê li Elmanyayê dest pê bike, siyasetmedarên HDP'yî xwestin ku di hevdîtinan de ên bi hikûmeta federal re, mafê mirovan ên giran ên li Tirkiyê û nehiquqî werin ser masê.
-
-
-
-
Berî ku Erdogan were Elmanya tawîzek din da
Serdana Erdogan a ji bo Elmanyayê wê sibê dest pê bike, Hikûmeta Merkel berî serdana Erdogan a ji bo Elmanyayê ji bo peymana koçberan biryar da ku 215 mîlyon Euro bide Enqerê. Elmanya heta niha mîqdara ku dikete para wê qebûl nedikir ku bide.
-
Şaredarê Berlînê jî wê Erdogan boykot bike
Gelek kesên ku ji bo xwarina Înê ya ji bo Erdogan ji hêla Serokkomar Steînmeîr ve hatine vexwendin li pey hev biryara boykotê didin. Herî dawî diyar bû ku Şaredarê Berlînê Mîchael Muller jî wê neçe ser xwarinê.
-
-
-
-
KNK’ê civîna xwe ya asayî li dar xist
Konseya Rêvebir ya KNKê civîna xwe ya asayî di 23’ê Îlon 2018’an li Brûkselê pek anî. Di civînê de endamên Konseya Revebir ya KNKê bi berfirehî li ser rewşa Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê rawestîyan.
-
-
-
'Dewleta Tirk zeytûnên Efrînê didize'
Alîkarê Serokê Konseya Çandiniyê ya Kantona Efrînê Saleh Îbo got dewleta Tirk dest li ser zeviyên çandinî û erdên zeytûnan daniye, wiha guherîna demografiyê dide ber xwe.
-
Binpêkirinên li dijî girtiyan her diçe zêde dibin
Zext û binpêkirinên li dijî girtiyên li Agirî û Xarpêtê zêde dibin. Girtiyan binpêkirinên mafê wan vegotin, banga hestyariyê li raya giştî kirin. Rê nayê dayîn ku girtiyên nexweş jî bê dermankirin.
-
-
KCDK-E'yê 'li dijî dîktator' banga çalakiyan kir
Ji ber sedema serdena Serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan a li Berlînê 28 û 29'ê Îlonê wê çalakiyên protestoyî werin kirin. KCDK-E'yê xwest ku her kes tevlî çalakiyan bibe, ku 135 sazî destekê didin van çalakiyan.