Rêya Kadizê çilo serûbinî hev bû

Sondaya fezayê ya Ewropayê Gaîa li ser 6 milyon stêrikan hûr bû û dîroka reftarê ya Rêya Kadizê derxiste holê.

Beriya niha bi 300-900 milyon salî bûyereke mezin avaniya Rêya Kadizê serûbinî hev kir. Galaksiyeke peykî bi Rêya Kadizê re şemitî. Li ser galaksiya me hê jî şopên vê hene.
Ev tespît ji hêla tîmeke Ajansa Fezayê ya Ewropayê (ESA) ve, ku li daneyên peyka Gaîayê nerî, hate eşkerkirin.

Li gorî nûçeyeke kovara Natureyê tîmeke lêkolîner a Fransiz û Spanyol li daneyên derbarê 6 milyon stêrik nerî.

Peyka Gaîa wê derfetê dide ku bi asteke bilind cihê stêrikan û leza wan bipîve û ji sê rehendan ve werin pênasekirin. Pîvan, nexasim dema ku di fizîkê de li reftaran hûr dibe, di diyagramekê de ku jê re 'fezaya Faz'ê tê gotin, tê komkirin. Di vê diyagramê de leza stêrikan a bi rengekî tîkî bi çarçoweya têkiliya wê ya bi rêya kadizê re tê temsîlkirin.

Diyagrama ku bi rengê helezonî tê bidestxistin, ji ber ku rewşeke ji ya 'fezaya fazê' derxistiye holê, ku di galaksiyan de ev rewş tê zanîn, kir ku zanyar şaş bibin.

Lêkolîneran dema ku pêşî li encamên daneyan nerîn bi guman nêz bûn, lê piştre dema ku gelek caran bala xwe dane ser, vê tespîtê xwe ferz kir: di rêya kadizê de bûyereke bêmînak pêk hatiye.

Li gorî zanyaran bi îhtîmaleke mezin galaksiyek bi Rêya Kadizê re şemitiye û kêmasiyên gravîtasyonel a ji ber vê sedemê hê jî neçûne. Li gorî texmînan ev bûyer beriya bi 100'an milyon sal çêbûye. Li gorî astrofizîkzanan galaksiya ku bi rêya kadizê re şemitiye, Galaksiya Qutik Kevana Elîptîk e ku 500 hezar salên tîrêjê ji navendê dûr e. Tê payin ev galaksiya qutik ku peykeke rêya kadizê ye nêzî 100 milyon salê dî, dîsa ji li dîska galaksiya me bikeve.