Têkilî êrîşa li Ehwazê 22 kes hatin destgîrkirin

Têkilî êrîşa li Ehwazê ya Îranê ku 25 kes miribûn 22 kes hatin destgîrkirin.

Têkilî êrîşa Şemiyê ya dema merasîmeke leşkerî 22 kes hatin destgîrkirin.

Serokê Saloxgeriyê ji Ajansa Nûçeyan a Tasnimê re axivî û got, ''Têkilî êrîşa Ehwazê 22 kes hatin destgîrkirin. Dema ku bi ser malan de hate girtin, amûrê ragihandinê û çek hatin desteserkirin.''

Di çalakiyên salvegera şerê Îran û Iraqê de êrîşkaran êrîş biribûn ser trîbûna ku rêveberên Îranî lê bûn.

Tê gotin  ji 25 kesên ku hatibûn kuştin 12 jê endamên Zêrevanên Şoreşê ya Îranê bûne.