ROJEVA 25'Ê ÎLONÊ

25'ê Îlonê, rojeva Navenda Nûçeyan


-Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.

 

-Li Bakurê Sûriyê operasyona li ser DAÎŞ'ê û geşedanên pê ve têkildar wê werin şopandin.

 

-Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji dema ku bi komploya navdewletî rehîn hatî girtin û vir ve, bi bersiva xwe ya civakî û siyasî, bi paradîgmaya ji bo gelên Rojhilata Navîn, kir ku dewleta Tirk hiqûqa gerdûnî jî binpê bike û xwe li tecrîdê bigire.


-Erdogan ku Înê û Şemiyê li Elmanyayê dewlet bi asteke bilind wê pêşwaziya wî bike, ji hêla saziyên civakî, partiyên muxalefetê û koçberan ve bi rengê 'kesê ku hatî hermonîkirin' hate ragihandin. Tê meraqkirin ku di hevdîtinan de ya di navbeyna Merkel û Erdogan de wê bazara çi were kirin.

 

-Çîroka gerîlaya YJA STAR'ê  Tîjda Ekecîk ku dema li dijî êrîşên artêşa Tirk li ber xwe dayî û şehîd bûyî, bi koçê dest pê dike û bi dergûşa mirovahiyê Zagrosan ber bi bêdawîtiyê ve diçe.

 

-Li Fransa Strasboûrgê endamên Însîyatîva Jinan a Ingilistanê Nobeta Ji Ocalan re Azadî dewr girtin.