Yuksekdag: AKP li Suriye bû nobedarê El Nusra

Hevseroka HDP'ê ya rehîn Fîgen Yuksekdag got AKP nobedariyê li bernameyên DAÎŞ'ê û El Nusra dike, ku li Sûriyê karê van serjêkirin e. Biryar hate standin ku Yuksekdag girtî bimîne.

Danişîna 7'an a Hevseroka rehîn a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag li Hêwana Dadgeha Girtîgeha Sîncanê hate dîtin.

Yuksekdag bal kişande ser axaftina xwe ya kê jê tê darizandin û got wê dema ku ew axaftin kiriye PYD bi rengê rêxistina sûcê nedihate nîşandan û gıt, ''. Ev desthilata siyasî tê darizandin? A ku PYD bi rengê rêxistina sûc nedidît kî bû? Desthilata siyasî. Baş e, ez li gorî konjonktûra wê demê diaxivim û li ber vê ti astengiya qanûnî tine.''

'HIKÛMETÊ BI RÊYA HDP'Ê PEYAM DA PYD'Ê'

Yuksekdag bal kişande ser rakirina Tirba Şah Silêman, got operasyon bi hevkariya YPG'ê hatiye kirin û diyar kir,'' Hikûmetê bi navbeynkariya şandeya me ya muzakeeyê bang li Salih Muslim kir, bêyî ku ti şer çêbibe teklîfek da. Bi rêya partiya me ev ji bo Salih Muslim hate gotin. Efkan Ala, Sirri Sureyya Onder, Salih Muslim di maseya krîzê de bûn. Tirba Şah Silêman wiha hate rakirin.''

'KOMPLOYEKE MEZIN KIRIN'

Yuksekdag bal kişande ser Komkujiya Pirsûsê, got, ''Me ji belgeyên Doza Komkujiya Pirsûsê fêhm kir ku em di nav komployeke pir mezin de bûne. Desthilata siyasî ku biryara xilaskirina pêvajoya çareseriyê dayî hin dînamîkên komployê serbest berdane. Dema ku mirov li îfadeyên dadgehê yên bombekarên DAÎŞ'ê dinere plan kirine ku 19'ê Tîrmehê li qada mîtînga HDP'ê êrîşekê bikin.''

'AKP NOBEDARIYÊ LI EL NUSRA DIKE'

Yuksekdag bi domdarî got AKP halê hazir nobedariya bermahiyên DAÎŞ'ê re û El Nusra dike, ku van li Sûriyê serî jê dikirin û got, ''Hûn Hikûmeta Komarê ya Tirk Hevseroka HDP'ê Yuksekdag, ji ber hevokeke têkildarî PYD'ê didarizînin lê hûn bi Rûsyayê re ku pirpirîkên şerefê bi fermandarê PYD'ê ve dikin bûne destûbirak, hevkarên hev ên herî nêz. Li cîhanê ti hêz PYD'ê bi rengê rêxistina terorê nabîne. Ji ber ku ji bo vê delîlên sûc ên berbiçav divê hebin.''

HATE TALOQKIRIN

Şandeya dadgehê biryar stand ku Yuksekdag girtî bimîne û danişîn taloqî 5'ê Mijdara 2018'an saet 10.00'an kir.