HDK: Beriya her tiştî divê tecrîd rabe

HDK'ê danezana Civîna Meclîsa Giştî eşkere kir. Di danezanê de hate gotin, ''Heta ku tecrîda li Imraliyê neyê rakirin, li vî welatî ti gaveke wetedar li ser mijara wekhevî û azadiyê nikare were avêtin''.

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) duh li avahiya navendî ya Beyogluyê encamên civîna Meclîsa Giştî ya 5'an a Serdema 8'an eşkere kir.

Di danezanê de ji bo siyasetmedarê Kurd, parlamenterê berê yê HDP'ê Ibrahîm Ayhan sersaxî hate xwestin.

'BÛNE GARANTORÊ ÇETEYÊN DEVBIXWÎN'

Di danezanê de polîtîkayên şer ên rejîma Erdogan-AKP'ê yên li ser Sûriyê hate destnîşankirin û hate gotin, vê rejîmê 'li hundir û derve her cure etîk, normên hiqûqî û rêgez binpê kiriye'' û hate gotin ,''Em bi vîneke wiha ya siyasî re hevrû ne ku bûye garantorê çeteyên devbixwîn ên li Idlibê''

'POLÎTÎKAYA ŞER KRÎZÊ ÇÊDIKE'

Di danezanê de hate gotin yek ji sedema sereke ya krîza aborî polîtîkayên şer e û her wiha hate gotin divê gelên Elewî û Şiî îro li dijî Yezîdan hev bigirin.

'BERIYA KU TECRÎD RABE TI GAVEKE WATEDAR NAYÊ AVÊTIN'

Di danezanê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan hate destnîşankirin û hate gotin, ''Meclîsa me Giştî bi bîr dixe ku tecrîda teqez a li ser Rêzdar Abdullah Ocalan û girtiyên li cem divê neyê qebûlkirin, bi bîr dixe, heta ku tecrîda li Imraliyê ranabe, li vî welatî li ser wekhevî û azadiyê ti gaveke watedar wê neyê avêtin.''

Di danezanê de her wiha êrîşa li ser Dayikên Şemiyê hate şermezarkirin, berxwedana karkerên Balafirgeha 3'yan hate slavkirin.

HDK'ê herî dawî got divê HDK'yî li hemû qadan divê tim li ber xwe bidin.