Erdogan li Elmanya ne mêvanê gel, mêvanê dewletê ye

Erdogan ku Înê û Şemiyê li Elmanyayê dewlet bi asteke bilind wê pêşwaziya wî bike, ji hêla saziyên civakî, partiyên muxalefetê û koçberan ve bi rengê 'kesê ku hatî hermonîkirin' hate ragihandin. 

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp van salên dawî gelek caran bi zirtên gotinên, ''Firazeya we ya Naziyan e'', ''Hûn paşmêrê rêxistinên terorîst in'', ''Em ê nehêlin ku hûn ji bo li Tirkiyê desthilatê biguherin operasyonê bikin'', ''Ez guh nadim wê, bê ka Hans çi gotiye, guh didim miletê xwe'' li ber raya giştî zirt li Elmanya kiribû.

Erdogan dema berxwedana Geziyê sala 2013'an bi sûcdarkirina Elmanya û weqfên Elman bûbû sedema krîz û rageşiyan, van du salên dawî ev hatibû rewşa herî zêde, Erdogan vê pêvajoyê li meyanan rêveberiya Berlînê gelekî kêm kiribû, nexasim çapemeniya AKP'ê têkilî Serokwezîra Elman Merkel manşêtên kirêt dabû, sefîr gelek caran bi vekişandinê bûbûn sedema krîzên dîplomatîk.

Lê çi bû çawa bû nayê zanîn hema piştî hilbijartina 24'ê Hezîranê di çapameniyê de derket ku Serokkomarê Elman Frank Walter Steînmeîer Erdogan bi fermî vexwendiye. Li gorî hin şîrovekaran rageşiyên di navbeyna du welatan jî ji çav re bûn, li pişt deriyê girtî, hevkariya aborî, siyasî û leşkerî bê kêmasî didomî. Hin şîrovekaran gaveke dî dane ber xwe û gotin, ''bi şêwr wiha dikin'', du welat jî vî tiştî ji bo dîzayna siyaseta navxwe wiha dikin.

Ji ber ku CDU ya bi lîdertiya Merkel vê maweyê ji 2016'an û vir ve hilbijartinên eyaletan bi ser xist, herî dawî Îlonê di hilbijartina federal de bû partiya yekem û desthilata xwe parast. Her wiha Erdogan  û AKP yên ku Elmanya û rêveberiya wê weke 'gurê manco' û 'dijmin' nîşan dan, hem referandûma 16'ê Nîsana 2017'an û hem jî hilbijartina 24'ê Hezîranê bi ser xistin.

BERIYA KU ERDOGAN WERE ŞÎFREYÊ SERDANÊ DAN

Vê pêvajoyê li gel zexta raya giştî û muxalefetê jî dewleta Elman bi asteke bilind ji pêşwazîkirina Erdogan neqeriya. Erdogan jî ku beriya biçe DYA'yê li ser hevdîtinên li Elmanyayê şîfre dan. Erdogan got piştî 24'ê Hezîranê, dema 'pergala hikûmeta Serokkomariyê' ev ê bibe serdana pêşî ya derveyî welat û got:

''Dema serdanê rojeva me ya pêşî wê ew be ku em serdema ku van çend salên dawî ku di têkiliyen siyasî de rû dane li paş bihêlin. Ez ê hêviya xwe ya têkoşîna geştir a li dijî rêxistinên terorê yên mîna PKK'ê û FETO bi wan re par ve bikim. Ez ê bibêjim ku em amade ne di têkoşîna dijî terorê de em hevkariya xwe geş bikin. Bi Elmanyayê re danûstandineke me ya baş heye û bi dîplomasiya telefonê heta niha berdewam kiriye. Em ê van şêwrên xwe dema pêş jî bidomînin.''

Erdogan ku ji 2014'an ve cara pêşî wê biçe Elmanyayê roleke wiha da serdana fermî, tê meraqkirin bê ka Erdogan di van hevdîtinan de bi nûnerên Elman re wê çi bazarê bike. Ji van gotinên Erdogan tê fêhmê ku hevkariya li dijî têkoşîna azadiya Kurd wê li ser masê yek ji dosyaya girîng be.

Lê Serokkomar Steînmeîerr ji ber berteka raya giştî ya li ser hatina Erdogan ji bo ku rewşê nerm bike, amaje pê kir ku bi putepêdanî nêz dibin. Di nûçeya ajansa nûçeya a Elman DPA'yê de, ku xwe spartiye jêderên Serokkomariyê, hate gotin Steînmeîer gotiye, bi hevdtîna bi Erdogan re 'nakeve ber îlluzyonê'. Hate gotin Steînmeîr gotiye hevdîtinên du alî wê bikêr werin ku li ser siûda baştirkirina têkiliyan rawestin.

Her wiha şevê dî agahiya ku Merkel wê neçe ser xwarina li qesra Serokkomariyê ya roja 27'ê Îlonê roja Înê. Parlamenterên Elman û lîderên partiyan li pey hev gotin ew ê neçin ser xwarina navborî. Tekane navê ku gotî ew ê biçe ser xwarinê yek ji lîderê berê yê Partiya Keskan Cem Ozdemîr e.

SAZIYÊN RÊXISTINA CIVAKÎ ERDOGAN 'HERMONÎ' KIRIN!


Piraniya civakê, saziyên civaka sivîl û partiyên muxalîf bi tundî li dij in ku Erdogan bi vî rengî wê were pêşwazîkirin. Herî dawî nûnertiyên Saksonyay Jêr û Bremenê yên civaka Elman-Yahûdî gotin ew qebûl nakin ku Erdogan bi xaliya sor were pêşwazîkirin.

Yekîtiya Nûçegihanên Elman (DJV) jî got ew ê tevlî çalakiyên protestokirina Erdogan a roja Înê bibin. Her wiha rêveberiya Partiya Çepgir (Dîe Lînke) jî biryar dabû ku destkê bidin çalakiyên protestoyê yên platforma ''Erdogan not welcome'' ya li Berlîn û Kolnê.

Li gel vê helwestê jî tê payin ku piştî hevdîtinên li DYA'yê 27'ê Îlonê saet 22.00'an Erdogan were balefirgeha Tegelê ya Elmanyayê. Balafira ku Erdogan hildigire, hê li hewayê, li gorî rêz û rêçikên pêşwazîkirina mêvanên dewletê, hê li hewayê wê bi balafirên artêşa Elman were pêşwazîkirin.

Ji bo Erdogan li li Berlînê wê bi tevdîrên ewlehiyê yên jidiyayî werin girtin. Li gel tevdîrên ewlehiyê yên bi 5 hezar polîs, li hemû kolanên ku Erdogan wê jê derbas bibe wê polîsên sekvan jî werin danîn. Li otêla Adlonê ya li navenda Berlînê wê Erdogan were pêşwazîkirin.

Erdogan 28'ê mehê li Qesra Bellevue ji hêla Serokkomarê Elman ve bi xaliya sor wê were pêşwazîkirin, piştre jî bi Şaredarê Berlînê Mîchael Muller û nîvro jî bi Serokwezîr Merkel re wê hev bibînin. Her wiha Şemiyê jî wê bi Merkel re, dema taştê wê rûnin. Piştre Erdogan wê biçe Kolnê û ji vir mizgefa DÎTIB'ê, ku ji 2017'an ve vekiriye, veke.

LI CIHÊN KU ERDOGAN JÊ DERBAS DIBE WÊ ÇALAKIYÊN GIRSEYÎ WERIN KIRIN

Dema ku Erdogan li Qesra Serokomariyê ya Elman, saet 16.00'an li meydana Postdamer Platzê wê protestoyeke girseyî bibe. Dema ku Erodgan li Kolnê  mizgefta DÎTÎB'ê vekir jî, saet 11.00'an li meydana Deutzer Werftê wê were şermezarkirin.