Yûsûf Nazîk hate girtin

Yûsûf Nazîk ê ‘Xebatkarê MÎT’ê ku bi îdîaya plangerê  êrîşa bombeyî ya li Reyhanli ye hate girtin.

Yûsûf Nazîk ê ku ji aliyê Serokatiya Teşkîlata Îstixbaretê ya Mîllî (MÎT) ve bi îdîaya plangerê êrîşa bombeyî ya li Reyhanliye li Sûriyeyê hate girtin û piştî ku 12 rojên destgîrkirinê ji aliyê dadgehê ve hate girtin.

Nazîk ê tê gotin xebatkarê MÎT’ê ye û teslîmî Midûryeta Emniyetê ya Enqerê hate kirin di îfadeya xwe de got 24 kesên ku têkilya wan bi êrîşa Reyhanli ve heye teşhîs kiriye. Diyar bû ji bo 14 kesên têkiliya wan bi êrîşa Reyhanli re heyîn,ji bo kesên gumanbar û di rewşa fîrarî de biryara girtinê hate dayîn.

Hate ragihandin ku Nazîk di îfadeya xwe ya li emniyetê ya ji bo dozger de gotiye pîşmane û dixwaze ji hikmên pîşmaniyê sûd bigre.

Nazîk piştî îfadeya li dozgeriyê sewqî 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hate kirin. Dadgehê ji bo Nazîk biryara girtinê da.