DÎDF: Tevlî çalakiyên protestoyî yên dijî Erdogan bibin

DÎDF banga tevlî çalakiyên protestoyî yên li dijî Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên ku wê 28-29’ê Îlonê biçe Elmanyayê kir.

Federasyona Komeleyên Karkerên Demokratîk (DÎDF) a daxuyaniyek nivîskî da, got: “Bang li hemû kesên alîgirê demokrasî û xwecihî û koçberan dikin ku tevlî çalakî, mîtîn û xwepêşandanên protestoyî yên li dijî dîktator Redogan ku wê 28’ê Îlonê li Berlîn û 29’ê Îlonê li Kolnê bê kirin û protestokirina durûbûna polîtîkayên hikûmeta Elman bikin, bi awayekî hê bi hêztir piştgirîkirina hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê bikin.”

DÎDÎ bibîr xist ku bi vê serdana Erdogan bê ka Elmanya di warê demokrasî, mafê mirovan û rêgezên gerdûnî yên hiqûqî de çiqas durû ye.

Di daxuyaniyê de dîsa bal hate kişandina ser rewaşa Elewiyan û got: “Bi her awayî dixwazin têkoşîna azadiya ya gelê Kurd bi rêya şer, qetilkirin û zextan têk bibin. Di demek baweriya bi milyonan Elewî tên tinekirin, dîsa li ser baweriya Elewiyan li ser mirovan zextê dikin û terorê zêde dike. “

Xala sereke ya hevdîtina navbera Elmaya û Tirkiyeyê, wê rezemendiyên Elmaya yên aborî û leşkerî bên nîqaşkirin. Wê li ser destkeftiyên tekel ên Elmanya, dîsa ji bo di warê leşkerî û siyasî de hebûna Elmanya li herêmê zêdetir bibe bazar bê kirin.

Dewleta Elman a bi salan bi firotina çekan ji bo destkeftiyên xwe di warê aborî û polîtîk de destekê didin Erdogan, ji bûyerên ku li Tirkiyeyê diqewimin xwe azad nabîne. Bi gotinên hikûmetê yên mafê mirovan, demokrasî li pêş raya giştî kirin, li pişt deriyan bazara peymanên lihevkirinê yên firotina çekên nû, rezandina ji bo tekelan tên kirin.

Ji bo vê divê welatiyên herêmê, koçber û hemû hêzên demokrasiyê, ji bo rawestandina firotina çekan a dewleta Elman, dawîkirina desteka aborî polîtîk a ji bo rejîma Erdogan, li dijî bazarkirina nirxên demokratîk derketin.

Bang li hemû kesên alîgirê demokrasî û xwecihî û koçberan dikin ku tevlî çalakî, mîtîn û xwepêşandanên protestoyî yên li dijî dîktator Redogan ku wê 28’ê Îlonê li Berlîn û 29’ê Îlonê li Kolnê bê kirin û protestokirina durûbûna polîtîkayên hikûmeta Elman bikin, bi awayekî hê bi hêztir piştgirîkirina hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê bikin.”