Denîz Poyraz di 4’emîn salvegera qetilkirina xwe de hate bibîranîn

Denîz Poyraz a ku di 17’ê Hezîrana 2021’an de li Îzmîrê li Bînaya Bajêr a HDP’ê di encama êrîşeke çekdarî de hatibû qetilkirin, di 4’emîn salvegera qetilkirina xwe de bi Goristana Kaynaklar a Bûcayê bi merasîmekê hate bibîranîn.

Malbat, hevalên Denîz Poyraz, Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistinên bajar û navçeyan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), parlamenterên DEM Partiyê Adalet Kaya û Burcugul Çubuk, her wiha gelek nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û welatî beşdarî bîranînê bûn.

Merasîmê bi rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadî û demokrasiyê dest pê kir.

Endama Dayikên Aştiyê Muzeyyen Kortak di merasîmê de axivî û got: "Şehîdên me rûmeta me ne. Em ê şopdarên şehîdên xwe bin."

Pişte Parlamentera Amedê ya DEM Partiyê  Adalet Kaya axivî û diyar kir ku êriş, êrişeke polîtîk e û wiha axivî: ‘’Ev êrîş, êrîşeke li hemberî aşitiyê, wekheviyê û îradeya pêkvejiyanê bû. Denîz Poyraz nûnera bi milyonan bû. Ev êrîşeke poltîk bû. Em ê biranîn û têkoşîna wê mezin bikin.’’

Dayika Denîz Poyraz Fehîme Payraz jî di bîranînê de axivî û diyar kir ku ew bi biryar in ku têkoşîna keça xwe bidomînin û ev yek anîn ziman: ‘’Ev têkoşîn, têkoşîna jinan û ciwanan e. Heke em bibin yek kesek nikare me têk bibe. Di kijan şert û mercî jî de be em ê berpirsiyariya xwe pêk bînin."

Merasîma bîranînê bi berzkirina dirûşmeya  "Şehîd namirin" bi dawî bû. Piştre jî li Bînaya Rêxistina Bajêr a DEM Partiyê ji bo bîranîna Denîz Poyraz  sînevîzyonek hate nîşandan.