Kon û bîranîna li lokala NAV-DEM a Berlînê hate lidarxisin, parlementera HDP’ê ya berê Dîlek Ocalan û hevserokê HDP’ê ya Elmanya Sînan Onal axaftin kirin.
Bîranîna ku bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir, hevserokê NAV-DEM’ê ya Berlîn Yeko Ardil axivî û bal kişand ser nasnameya têkoşer û gelî ya Îbrahîm Ayhan.
Parlementera berê ya HDP’ê Dîlek Ocalan jî diyar kir ku li herêmê li gel Îbrahîm Ayhan xebat kiriye û destnîşan kir ku wefata Îbrahîm ji bo wan windahiyeke mezin e.
Ocalan got: “Em Îbrahîm bi rêzdarî bibîr tînin. Em Îbrahîm Ayhan ji berxwedana Kobanê û pêvajoya Pirsûsê nas dikin. Ev tenê bi Rihayê re sînordar nema, weke şoreşgerekî welatparêz bibîr tînin.”
Dîlek Ocalan bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Têkoşîna me wê ji niha û pê ve azadiya Rêbertiyê be. Bi plansaziyeke berfireh a kar û xebatê ji bo azadiya Ocalan em ê bibin seferber.”