Tûnç: Divê dengê me zêdetir derkeve

Ji bo Ferhat Tûnç heta 9 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Biryara rûniştina dozê di 25’ê Îlonê de ye. Ferhat Tûnç wiha got; “Vê demê em nikarin xwe ker bikin û bêdeng bikin''

Di derbarê hunermend Ferhat Tûnç de bi hinceta ‘endamê rêxistinêye’ doz hatibû vekirin û rûniştina biryarê ya dozê wê pêk were.

Rûniştina dozê 25’ê Îlonê seat 11’an li 36’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Adliyeya Çaglayan a Stenbolê wê pêk were.

Tûnç li ser hesabê xwe yê Twîtterê ji ber bibîranÎna Azîz Guler û kesên li dijî çeteyên DAÎŞ’ê têkoşiyan û şehîd bûbûn; ji ber ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derketiye; ji ber pîrozbahiya nûnertiya Rêveberiya Xweser a Demokratîk ya Rojava a li paytexta Norweç Oslo bûye tê darizandin.

Ji bo Tûnç ji 1 sal heta 10 meh û ji 9 sal heta 4 mehan cezayê girtîgehê tê xwestin.

‘EZ LI PEY GOTÎNÊN XWE ME, BI DENGEKÎ BILIND JÎ...’

Hunermend Ferhat Tûnç ji ANF’ê re axivî û wiha got; “Divê ji hunermendan neyê xwestin ku hêvî û êşa însên nebînin, divê jê were hêvîkirin ku vê bibihîse, bi rengekî vebêje û ji bo derfetên nû bibe îlham'' û sûcdariyên li ser qebûl nekir, diyar kir ku ew li pey gotinên xwe ye. Tunç got,''Ez bi biryar im ku van deman bêdeng nemînim, xwe ker nekim, çi tiştê ku ez jê bawer dikim bi dengekî bilindtir ez ê bibejim. Ji bo vê cezayê girtîgehê, gefên kuştinê pûç û vala ne.''

Hunermend Ferhat Tûnç ji bo rûniştina dozê banga piştevaniyê kir.