Nobeta Ocalan Insîyatîva Jinan a Ingilîstanê dewr girt

Vê heftiyê Nobeta  Ji Ocalan re azadî ya ku li Strasboûrgê ya Fransayê didome, endamên Insîyatîva Jinan a Ingilîstanê dewr girt.

Nobeta Ocalan Insîyatîva Jinan a Ingilîstanê dewr girt
Vê heftiyê Nobeta  Ji Ocalan re azadî ya ku li Strasboûrgê ya Fransayê didome, endamên Insîyatîva Jinan a Ingilîstanê dewr girt.

Çalakiya Ji Ocalan re azadî ya li ber Konseya Ewropayê ya Strasboûrgê kete heftiya xwe ya 327'an, bi tevlêbûna ji welatên cuda azadiya Ocalan tê xwestin.

Çalakî heftiya bihurî ji bajarê Evryê ya Fransayê komeke welatparêz dewr girtibû, vê Şemiyê jî Insîyatîva Jinan a Ingilîstanê çalakî dewr girt.

Endamên Insîyatîvê daxuyanî dan, gotin ev ji 2 salan zêdetir e tecrîdeke giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye, ti agahî jê nayê standin û ew ji vê rewşê gelekî bi fikar in.

'BIRYARA NÛ YA TECRÎDÊ BÊHTIR FIKARAN ÇÊDIKE'

Di daxuniyaniyê de biryara Dadgeriya Înfazê ya 1. a Bursayê ya bi daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya li ser Ocalan û girtiyên dî yên li Imraliyê Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş hate bibîrxistin û hate gotin qedexekirina hevdîtinê ya ji bo parêzeran a 6 mehan bêhtir fikarên wan çêkirine.

BERPIRSYARIYA CPT'YÊ HATE BIBÎRXISTIN
Çalakgeran gotin, ''Em Insîyatîva Jinan vê biryarê nas nakin'' û di serî de li CPT'yê, bang li saziyên Ewropî hate kirin ku tevbigerin. Endamên Insîyatîvê xwestin ku tecrîda girankirî rabe û şandeyek ji cih rewşê bişopîne.

Her wiha hate gotin, ''Daxwaza sereke ya me çalakgeran ew e ku fikarên di vê biwarê de bersiva xwe bibînin'' û bang li gelê Kurd kirin. Çalakgeran gotin, ''Banga me li hemû Kurdan ew e ku bi çarçoweya demokratîk daxwazên xwe bînin zimên''.

EV 6,5 SAL E BERIYA KU ROJEKÊ NAVBERÊ BIDINÊ DIDOMÎNIN
Nobeta Ji Ocalan re Azadî, ji 25'ê Hezîrana 2012'an ve li dijî tecrîda giran a li ser Ocalan, bi pêşniyara endamên Insîyatîva Navnetewî ya Ocalan ve hatibû destpêkirin. Nobeta Ji Ocalan re Azadî ji çalakiya ji bo azadiya Nelson Mandela îlhama standibû lê ferqa herî girîng a Nobeta Ji Ocalan re azadî ew e ku bêyî ku rojekê jî navber bikeviyê heta niha dom kiriye.

Her wiha ji ber sedema ku çalakiya bênavber a gelê Kurd e û wiha balê dikişîne ser xwe, hatibû gotin heta ku Rêberê Kurd azad dibe wê bidome.