Bername ji hêla Tevgera Jinên Kurd ên Demokratîk FransayÊ (TJK-F) û Ciwanên Azad Parîsê ve hate organîzekirin, di bernameyê de malbatên şehîdan, Kurdistanî û dostên wan hazir bûn.
Bername ya li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir.
Di bernameyê de hate gotin, wê li pey rêça şehîdan biçin, peywira ku dikeve ser milan ew e ku li derdora felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigihin hev. Her wiha hate gotin heta ku şehîd Ozgur û Gabar hebin serfirazî teqez e.
Dayika Şehîd Ozgur Seyîd Karakoç û hevalên Bêrîvan Fİrat û Şehîd Gabar gotin, ''Em soz didin ji bo ku em îdeal û armancên şehîdan pêk bînin têkoşînê geş bikin.''
Bername bi dirûşma 'şehîd namirin' bi dawî bû.