Sema Yuce li ser gora xwe hate bîranîn

Sema Yuce ku sala 1998'an li girtîgehê bedena xwe da ber agir, di salvegera 27'emîn a şehadeta xwe de li gundê Qerxelixa Jorê ya navçeya Dutaxê li ser gora xwe hate bîranîn.

SEMA YUCE

Sema Yuce ku li Girtîgeha Çanakkaleyê 21'ê Adara 1998'an bedena xwe da ber agir, 17'ê Hezîranê jiyana xwe ji dest da. Sema Yuce di salvegera 27'an a şehadeta xwe de li ser gora xwe hate bîranîn.

Bîranîn li gundê Qerxelixa Jorê ya navçeya Dutax a Agiriyê pêk hat û li gel endamên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) yên bajar û navçeyê, malbat û gelek kesên ji herêmê tevlî bûn.

Girseya gel destpêkê serdana dayika Sema Yuce Zennûre Yuce kir. Piştre jî çû serdana gora Sema Yuce ya li goristana gund. Dayik Zennûre Yuce ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nekarî tevlî merasîma li ser gor bibe. Birayê Sema Yuce Fecrî Yuce li goristanê axivî û got, "Têkoşîna demokrasî û azadiyê demeke dirêj e dewam dike. Serdemên gelekî girîng derbas bûn. Her serdemê pêşeng û lehengên xwe afirand. Hevala Sema jî yek ji lehengên serdema xwe bû."

Piştî axaftinan ji bo şehîdên têkoşîna demokrasî û azadiyê dua hate kirin.