Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş..

Hevseroka Giştî ya HDP'ê û endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava tecrîdê de hatiye tecrîdkirin.

HPG'ê diyar kir, li Lêlîkanê di çalakiya gerîla de 2 leşker hatin kuştin. Li ser operasyonên li Agirî, Amed û Şirnexê jî agahî hatin dayin.

Onûr Ozalp ê 5 salî ku li Hezexê wesayita zirxî ya polîsan lê qelibî, piştî tedawiya 9 mehan jiyana xwe ji dest da.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 seatên dawî eşkere kir. QSD’ê ragihand ku 11 çete hatine kuştin.

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ragihand ku 'ajanekî xwedî tecrûbe' yê li Babê ji dewleta Tirk re dixebitî hatiye cezakirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, ajanê navborî li Efrînê cihê xwe di êrîşa dijî sivîlan de jî girtibû.

Li Çiyayê Cûdiyê ji ber êrîşên artêşa Tirk di nava hefteyekê de du caran agir bi qadê ket û bi sedan darên fisteqan bûn xwelî.

Balafirên Koalîsyona Navnetewî li gundê El Şecîl yê Hecînê baregeha çeteyên DAIŞ’ê kir hedef û 5 çete hatin kuştin.

Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî li Ewropayê (ATÎK), Yenî Kadin û YDG-Yenî Demokrasî daxuyaniyek dan û ji bo şermezarkirina Erdogan bang kirin.

Li 4 gund û 4 taxên Sêrtê ji aliyê Walîtiyê ve qedexeya derketina derve hate îlankirin.

Parlamenta Iraqê wê 25'ê Îlonê Serokkomarê Iraqê hilbijarta, lê ev hilbijartin ji bo demeke ne diyar taloq bû.

Hejmara mirovên ku li Tanzanyayê di qezaya ferîbotê de jiyana xwe ji dest dan bû 218 kes.