Rejîma AKP'ê zexta li ser girtiyan zêde dike

Zexta li ser girtiyên siyasî didome. Li tevahiya welêt, li Wan, Mêrsîn, Êlih û Agiriyê zexta li ser gritiyan zêde dibe.

Rejîma AKP'ê zexta li ser girtiyan zêde dike

Zexta li ser girtiyên siyasî didome. Li tevahiya welêt, li Wan, Mêrsîn, Êlih û Agiriyê zexta li ser gritiyan zêde dibe.

Li Tirkiyê ku ji hêla rejîma AKP-MHP'ê ve tê rêvebirin li girtîgehan her roj nûçeyên derbarê binpêkirinan didomin. Rejîma li dijî girtiyan hiqûqa dijmin sazkar kiriye, serî li êrîş, astengî û qedexeyan dide.

WAN

Li Girtîgeha Bi Ewlehiya Jidiyayî ya Tîpa F'yê girtiyên ku malbatên xwe dîtin gotin cihê ku hewayê lê distînin serê wê bi têlên dirêhî hatiya girtin. Girtiyan ji bo ku dawî li vê rewşê were bang li raya giştî kirin û destek xwestin. Her wiha girtiyan gotin bi navê sehkirinê qerdiyan tim bi ser qawîşan de digirin û hê girtiyên nexweş nabin revîrê, dema ku helwesteke piçûk jî nîşan diden cezayê disîplînê li wan dibirin.

Li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê ya Agiriyê mafê girtiyên nexweş binpê dikin. Girtiyan bi riya malbatan diyar kirin ku girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê û ava girtîgehê qirêj e û behna laximê jê tê.

MÊRSÎN

Yek ji van girtîgehan ku zext li ser girtiyan didome jî Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsêye. Têkildarî zextên li ser girtiyan 54 girtyên li qawîşên C-8, C-14, C-20 û C-26 name ji Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Mêrsînê re şandin. Li ser nameya girtiyan ÎHD îro saet di 19.00'an de kampanya #LiGirtîgehaTarsûsêÇiDibe didin destpêkirin. Têkildarî binpêkirina mafan ên li girtîgehê Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê Hakki Demir, diyar kir ku ji bo binpêkirina mafan lêkolîn bike komîsyon ava kirine û wiha got: Em dixwazin çareseriyê ji vê yekê re bibînin. Me xwest bi riya hevalê xwe yê parêzer bi girtiyan re hevdîtin bikin. Lê mixabin heta niha rêveberiya girtîgeha Tarsûsê tu bersîv nedaye me. Demîr, anî ziman ku wan ji rêveberiya girtîgehê, Wezareta Dadê, Meclîsê û gelek cihên din re daxwazname nivîsandine, lê encam bi dest nexistine û ji ber vê yekê  îro saet di 19.00'an de kampanya #LiGirtîgehaTarsûsêÇiDibe didin destpêkirin.

Girtiyên name şandin wiha ne:

Ji qawîşa C-8'an: Ramazan Şimşek, Mahmut Yalçin, Temer Yeşilbaş, Serhat Borak, Agid Bakir, Mehmet Aktaş, Abdullah Arslan, Nurullah Sertkaya, Onder Yilmaz, Gokhan Çetîn, Muhammed Şeh Hasan.

 Ji qawîşa C-20'an: Vedat Bektaş, Erkan Taşhan, Selahattin Ordaç, Rauf cengiz, Îdrîs Degirmenci, Mehmet Çelik, Sipan Somer, Tahir Yeşilgoz, Mıhamed Îbrahim, Fahrettin Kılıç, Vedat Bektaş, Kadri Beştaş, Hamdullah Çelik, Halef Yigit, Selahattin Dilek.

Ji qawîşa C-26'an: Mehmet Siraç Aslan, M. Zahit Şahin, M. Fatih Bingol, Serhat Yıldırım, Huseyin Erpolat, Davut Esen, H.Halim Vural, Şeyhmus Tekin, Rıdvan Ulaş, Sezer Ozkan, Kadir Buyukmılıç, Kamuran Altın, İhsan Taşdelen.

Ji qawîşa C-14'an: Mehmet Sıraç Aslan, Savaş Deli, Cemil Îvrendi, Turgay Ural, Umit Tamur, Zeki Yıldırım, Hasan Yıldız, Mustafa Abi, Nasrettin Zirek, Ekrem Baydogan, Aydın Genç, Emrah Guler, Ahmet Tatli, Abdulbaki Arslan, Necat Oztekin.

BINPÊKIRINA MAFAN

 Girtiyan di nameya xwe de binpêkirina mafan wiha rêz kir:

* Em dixwazin bi riya diyalogê pirsgirêkê çareser bikin, lê bersîva erênî nadin.

* Rûmeta me dişkînin û lêgerîna tazî dikin.

* Em rastî îşkenceya fîzîkî û derûnî tên.

* Em rastî êrîşa fîzîki tên.

* Jiyana yek tîpê li ser girtiyan ferz dikin.

* Em rastî tecridkirinê tên.

* Me û girtiyên ji doza FETO û DAİŞ'ê tînin hemberî hev û em rastî çêrên wan tên.

* Dema em derdikevin hewşê madeyên ku zerarê bidin me davêjin hewlê.

* Em rastî pêkanînên keyfî yên gartiyanan tên.

* Daxwazên me yê dermankirina diranan û yên din nayên bersivandin.

* Li odeyên 10 kesan 20 girtî dimînin.

* Pirtûkan bi sînor dikin.

*Di lêgerînê de wêneyê Selahattin Demirtaş ê li ser lênûskê çirandine.

* Di şandina nameyan de pûla PTTê lê naxin.

* Radyoyan desteser dikin.

* Dem bi dem lêgerînên keyfî dikin. Em rastî neheqiyan tên.

* Destûr nadin em wêneyên komî bikişînin.

* Îdare nûnerên odeyan muhatab nagire.

ÊLIH

Xizmên girtiyê bi navê Metmet Selîm Atli û Şûbeya ÎHD'ê ya Êlihê derbarê rewşa Atli daxuyaniya çapemeniyê dan. Kurê Atli Şeyhmus Atli got van 8 mehên dawî 8 caran xwîn çûye ser mêjiyê wî û got, ''Beriya bi 20 rojan jî xwîn çû ser mêjiyê bavê min. Piştre ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê. Piştre dîsa birin qawîşa girtiyên nexweş. Beriya bi du rojan dîsa birin qawîşê. Me xwest bavê xwe bibînin. Serî li dozgeriya girtîgehê da. Lê gotin, 'bavê we ji bo sûcê siyasî ceza xwariye, em nahêlin hûn wî bibînin''. Bavê min li ber mirinê ye. 62 salî ye û nikare li girtîgehê bimîne, em dixwazin rojên xwe yên dawî li cem zarokên xwe û neviyê xwe derbas bike.''

Şûbeya ÎHD'ê jî xwest ku Atli di cih de were berdan.

AGIRÎ

Girtiyên Girtîgeha Tîpa L a Patnosê bi rêya malbatên xwe der barê rewşa girtîgehê de agahî dan. Girtiyan diyar kirin ku rayedar girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê û ava girtîgehê qirêj e û nayê vexwarin. Girtiyan anîn ziman ku gelek pirsgirêk hene û mafê wan tê binpêkirin. Girtiyan xwest cemawerî li hemberî van pirsgirên wan hestiyar tev bigerin. Girtiyan da zanîn ku ava girtîgehê qirêj e û bêhna laxime ji avê tê. Girtiyan bilêv kirin ku di odeyên 20 kesan de 32 kes dijîn, radyo û rojnameyan nadin wan. Girtiyan herî dawî destnişan kirin ku ji hemû mafê xwe yê civakî bê par tên hiştin. Daxwazên wan bê bersîv tê hiştin û rayedar lêgerina tazî li ser wan ferz dikin. Girtiyan da zanîn ku zext û tundî li ser wan zêde ye û girtiyeki nexweşê dil hatiye derbkirin.

 54 Girtiyên siyasî yên li Girtigeha Tîpa T a Tarsusê binpêkirinên mafan ji ÎHD'ê re nivîsandin. Li ser nameya girtiyan ÎHD îro saet di 19.00'an de kampanya #LiGirtîgehaTarsûsêÇiDibe didin destpêkirin.