Kantoneke dî jî qedexe danî ser Burkayê

Piştî Kantona Tessînê ya Swîsreyê îro Kantona St. Gallenê jî li qadên fermî qedexe danî ser burkayê.

Van demên dawî li gelek welatên Ewropayê di rojevê de qedexeya Burkayê heye, ev qedexe di rojeva Swîsreyê de ye jî. Cara pêşî 2016'an Kantona Tessînê ya Swîsreyê burka qedexe kiribû, îro jî bi referandûmê Kantona St. Gallenê jî burka qedexe kir.

Par partiyên rastgir ev qedexe li parlamentoya  St. Gallanê anîbûn rojevê, Kesk û Partiyên Sosyalîst helwest li dijî vê nîşan dabûn. Piştî nîqaşan biryar derketibû ku mijarê bibin referandûmê.

Îro li kantonê 67 ji 100'î qedexeya burkayê hate qebûlkirin.