ROJANE
Hemû Nûçe
-
Hilbijartina Serokkomariya Iraqê ji bo demeke nediyar taloq bû
Parlamenta Iraqê wê 25'ê Îlonê Serokkomarê Iraqê hilbijarta, lê ev hilbijartin ji bo demeke ne diyar taloq bû. -
Koçyîgît: Li Îmraliyê tecrîdeke giran heye
Hevberdevka HDK’ê Koçyîgît di Civîna Meclîsa Giştî ya 5’emîn a Serdema 8’emîn a HDK’ê de axivî û got ku, “Heta ku em li hemberî tecrîda li Îmraliyê dengê xwe bilindtir nekin, em nikarin qala wekhevî û azadiyê bikin.” -
Bûldan: Ocalan di nava tecrîdê de hatiye tecrîdkirin!
Hevseroka Giştî ya HDP'ê û endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava tecrîdê de hatiye tecrîdkirin. -
Karkerên ku hatin girtin: Em ne kole ne!
Li balefirgeha nû ya Stenbolê karkerên ku şertên xebatê protesto kiribûn û piştre hatibûn girtin, bi rêya sendîkaya xwe peyam şandin. -
Li Frankfûrtê çalakiya 'Tu bi xêr nehatiye Erdogan'
Erdogan wê 28'ê Îlonê were Elmanyayê. Ji bo şermezarkirina Erdogan, Kurdistanî, rêxistinên çep ên Tirkiyeyî û Elman li Frankfûrtê daketin qadan û xwepêşandanek lidar xistin. -
MŞD: Em hatina Erdogan a Elmanyayê protesto bikin
Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat (MŞD) diyar kir ku ew ê hatina serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a Elmanyayê protesto bikin. -
Ji bo çalakiyên şermezarkirina Erdogan bang hate kirin
Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî li Ewropayê (ATÎK), Yenî Kadin û YDG-Yenî Demokrasî daxuyaniyek dan û ji bo şermezarkirina Erdogan bang kirin. -
Taşdemîr: Dixwazin tecrîda li Îmraliyê rewa bikin
Parlamentera HDP'ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr got, hikumeta AKP'ê hewl dide bi bahaneyeke nû tecrîda li Îmraliyê rewa bike. -
Salvegera damezrandina PYD'ê li Swêdê hate pîrozkirin
Salvegera 15'an a damezrandina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajarê Gavle yê Swêdê hate pîrozkirin. -
Civaka Îslamî ya Kurdistanê ji bo şermezarkirina Erdogan bang kir
Civaka Îslamî ya Kurdistanê ji ber hatina Serokkomarê Tirk Erdogan ji bo Elmanyayê daxuyaniyek da û bang li her kesî ku Erdogan şermezar bikin. -
Ji bo Ocalan li Kasselê stand hate danîn
Kurdistaniyên li bajarê Kasselê yê Elmanyayê tevî dostên xwe daketin qadan û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan standa agahdarkirinê danîn. -
Berî ku Erdogan were Elmanyayê çalakiyên protestoyî dest pê kirin
Vexwendina Serokkomarê Tirk Erdogan ji aliyê rêveberiya Berlînê ve, li gelek bajarên Elmanyayê bi xwepêşandanên girseyî hate şermezarkirin. -
Xelatên Rojnamegeriyê ya Şehîdên Çapemeniyê ya Mûsa Enter hatin dayîn
Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Enter û Şehîdên Çapemeniya Azad a ku cara 26’emîn hate lidarxistin hate dayîn. Di merasîma xelatdariyên de soza şopandina rêya heqîqetê ya Mûsa Enter hate dayîn. -
Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş... -
Li Hambûrg û Essenê Erdogan hate protestokirin
Beriya serdana Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a Elmanyayê Kurdistanî û dostên wan çalakiyên xwe yên protestokirinê didomînin. -
NÛ BÛ-Di Meşa Aştiyê ya Cîhanê de tecrîd hate protestokirin
Li Paytexta Fransa Parîs û bajarê Rennesê di Meşa Aştiyê ya Cîhanê de tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin. -
Wê di konferansa Partiya Karker a Îngîlteryê de daxwaza azadiya Ocalan bê kirin
Tê payîn ku di konferansa Partiya Karker a muxalefeta sereke ye de, banga ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadî mohra xwe lê bide. -
Li ser jiyana girtiyê nexweşiya kolan Kizilkan fikar hene
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê çalakiya vê hefteyê ji bo girtiyê nexweşiya kolan Mûhsîn Kizilkan lidar xist. -
Polîsan êrîşî Dayîkên Şemiyê kirin
Dayîkên Şemiyê yên ku ji bo zelalkirina aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin û ji bo cezakirina kujeran 23 sal in li ber xwe didin. Polîsan dîsa êrîşî çalakiya Dayîkên Şemiyê kirin. -
Kaya: Pêşniyaza Ocalan a ji bo Îslamê gelekî girîng e
Parlementera HDP’ê û Hevberdevka DÎK’ê Huda Kaya diyar kir ku kesên ku qaşo Îslamîst in êrîşî gelê Kurd dikin û got, “Di vê pêvajoyê de pêşniyaza Îslama Demokratîk a rêzdar Abdullah Ocalan gelekî girîng e.” -
Parlamenterên Elman wê bi Erdogan re xwarinê nexwin
Ji bo xatirê Erdogan ku wê 28-29'ê Îlonê were Elmanyayê, wê li qesra Serokkomariya Elmanyayê xwarin bê dayin. Wekîlên Elman gotin wê tevlî vê merasîmê nebin û bi Erdogan re xwarinê nexwin. -
Li gorî Îranê dîsa êrîş ji aliyê hêzên derve ve hatiye kirin
Dema ku Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî li ser xurtkirina kapasîteya leşkerî ya çavtirsandinê daxuyanî da, li Ahvazê di dema merasîma leşkerî de êrîşek hate kirin. Ji ber êrîşê gelek kes mirin û birîndar bûn. -
Polîsan êrîşî Dayîkên Şemiyê kirin
Polîsan êrîşî Dayîkên Şemiyê kirin. Girseyê bi sloganan bersiv da polîsan û êrîşa polîsan didome. -
Eniya Gel a Demokratîk a Ahvazê berpirsyariya êrîşê li xwe girt
Eniya Gel a Demokratîk a Ahvazê berpirsyariya êrîşa li merasîma leşkerî ya li bajarê Ahvazê yê Îranê li xwe girt. -
Rewşa tenduristiyê ya Arîn a biçûk a li girtîgehê nebaş dibe
Rewşa tenduristiyê ya Arîn a 14 mehî nebaş dibe ku tevî dayika xwe Esma Yilmaz li girtîgehê tê hiştin. Bav Mîhdî Yilmaz got, "Eger mirovahî nikaribe xwedî li pitikekê derkeve, tiştekî ku mirov bêje namîne."