Salvegera damezrandina PYD’ê li Swîsreyê hate pîroz kirin

Li Swîsreyê 15’emîn salvegera damezradina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hate pîroz kirin.

Li bajarê Gerlafîngen ê kantona Solothûrn yê Swîsreyê 15’emîn salvegera damezrandina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hate pîroz kirin.

Gelek Kurdistanî û dostên wan beşdarî pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahî ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtin destpê kir.

Nûnerê PYD’ê yê Swîsre Alî Omar, nûnera PYD’ê ya Ewropa Zozan Rojava, Hevserokê CDK a Swîsre Cûma Allak û li ser navê YNK’ê Soran Alî di pîrozbahiyê de axivîn.

Piştî axaftinan Dilo Doxan, Bengî Efrînî, RojÎnda Dara û Ezîz Ahmed derketin ser dikê. Pîrozbahî bi govendê bi dawî bû.