'Em ê heta dawiyê xwedî li rêber û pêşengên xwe derkevin’

Endamên TEV-ÇAND’ê yên Bakurê Elmanyayê nerazîbûn nîşanî biryara DYA ya li dijî pêşengên Tevgera Azadiya Kurd dan û wiha gotin; “Em ê heta dawiyê xwedî li rêber ûpêşengên xwe derkevin.”

Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê endamên TEV-ÇAND’ê yên Bakurê Elmanyayê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) bi daxuyaniya çapemeniyê biryara DYA’yê ya li djî pêşeng û şoreşgerên Kurd Mûrat Karayilan, Cemîl Bayik û Dûran Kalkan şermezar kirin.

Endamê TEV-ÇAND’ê Altûn Bîschof di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û got; “Xelata pereyan a ji bo sê rêhevalên me bêexlaqiya siyasî ye. Em ê heta dawiyê xwedî li rêveber û rêhevalên xwe derkevin.”

Endamê TEV-ÇAND’ê Ciwan Çewlîg jî wiha got; “Em, TEV-ÇAND a Bakurê Elmanyayê biryara DYA’yê şermezar dikin. Em, gelê Kurd van biryaran qebûl nakin em ê nerazîbûnên xwe bi rêyên demokratîk nîşan bidin.”

Endamê TEV-ÇAND’ê Bavê Ronî jî wiha peyivî; “Amerîka pêşengiya komploya li dijî Rêbertiya me kir û îro jî ev komplo bi pêşengiya Amerîkayê didome û dixwazin hemû rêveberan bigirin. Em ê heta dawiyê bi rêveberên xwe re bin û em ê tevgera xwe bihêztir bikin.”

Daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.