Li Frankfûrt, Viyana û Avîngnonê tecrîd û DYA hate protestokirin

Li bajarê Frankfûrt ê Elmanya, paytexta Avûstûrya Vîyana û li bajarê Avîgnon a Fransayê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara DYA’yê ya dijî sê kadroyên pêşeng ên PKK’ê bi çalakiyan hate protestokirin.

Li bajarê Frankfûrt ê Elmanya biryara DYA, êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojava bi taybet li dijî Kobanê û tevcrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.

Bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Mezopotamya ya Frankfûrtê çalakî seat 14:00’an bi beşdarbûna sedan Kurdistanî û dostên wan li pêşiya Sefaretxaneya DYA’yê pêk hat.

Di çalakiyê de pankartên ‘Em xelata perayan a li dijî şervanên azadiya Kurd şermezar dikin’ , ‘Dîktator Erdogan’ , ‘Êrîşên dijî Rojava û Kobanê rawstînin’ hatin vekirin û alên YPG/YPJ’ê hatin hildan. Di çalakiyê de bi zimanê Elmanî dirûşmeya ‘Kujer Tci hevkar DYA’ , ‘ABD Stop’ û ‘Terorîst Tirkiye’ hatin berzkirin. Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û hate gotin ku biryara DYA’yê ya li dijî pêşengên Kurd dide nîşandan ku komploya navnetewî  didome.

Di axaftinan de ev tişt jî hatin gotin; “Îro li Rojhilata Navîn destkeftiyên ku Kurdan bi têkoşînê qezenç kirin dixwazin ji holê rakin. Ji bo vê gelê Kurd biryara DYA’yê ya li dijî kadroyên pêşeng ên PKK’ê şermezar dike û divê tu kes li dijî vê biryarê bêdeng nemîne.” Piştre hate gotin ku wê nava hefteyê 3 rojan li pêşiya Sefaretxaneya DYA yê çalakî were kirin û banga tevlîbûnê hate kirin .

Çalakî bi dirûşmeya ‘Terorîst Tirkiye’ bi dawî bû.

VIYANA

Li paytexta Avûstûrya Viyanayê jî biryara DYA’yê hate protesto kirin.

Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Civaka Demokartîk a Kurd ya Viyanayê ve li peşiya Sefaretxaneya DYA’yê hate lidarxsitin. Di çalakiyê de pankartên ‘Ji duyemîn komploya navnetewî re na’ , ‘Ji pêşengên me yên bi rûmet dûr bikevin’ û ‘Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistan re statû’ hatin hildan. Di çalakiyê de wêneyên Mûrat Karayilan, Cemîl Bayîk û Dûran Kalkan jî hatin rakirin û hate gotin ku biryara DYA’yê xizmeta Tirkiyeyê dike û divê berî demekê DYA ji vê biryara xwe ya şaş vegere.

Kurdistaniyên li Viyanayê wê rojên Dûşem, Sêşem, Çarşem seat 09:00 û 11:00’an roja Înê jî seat 14:00 û 16:00’an li pêşiya Sefaretxaneya DYA’yê wê çalakî lidarbixin.

AVÎGNON

Li bajarê Avîngnon a Fransayê jî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara DYA’yê ya li dijî kadroyên pêşeng ên PKK’ê bi çalakiyekê hate şermezarkirin.

Meş bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li pêşiya stasyona Avîngnonê dest pê kir. Girseya gel heta şaredariyê meşiyan û bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Her der Kobanê, her der berxwedan’ , ‘Em hemû PKK’yî ne’, ‘Bijî Berxwedana Kobanê’, ‘Bijî Serok Apo’ , ‘PKK gel e gel li vire’ , ‘Ji bo Kuristanê statu’ ‘Terorîst Erdogan’ û ‘Kujer Erdogan’ hatin berzkirin. Li aliyê din bi sedan belavok jî hatin belavkirin.

Endamê Dîwana Hevserokatiya CDK-F Cevat Guneş di çalakiyê de axivî û got heta azadiya Ocalan pêk neyê wê çalakî bê navber bidomin.