Li Bonn, Kassel û Bernê tecrîd û DYA hate protestokirin

Li bajarê Bonn ê Elmanya û bajarê Bern ê Swîsreyê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara DYA’yê ya li dijî sê pêşeng û şoreşgerên Kurt hatin protestokirin.

 Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara DYA’yê ya li dijî sê kadroyên pêşeng ên PKK’ê li Ewropayê bi çalakiyan tê protesto kirin.

BERN

Li bajarê Bern ê Swîsreyê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara DYA’yê ya li dijî sê kadroyên pêşeng ên PKK’ê hate protesto kirin.

Bi pêşengiya Înîsyatîfa Dayikên Aşitiyê ya Bernê li Kornhaûsplatzê çalakî hate kirin û têkildarî tecrîdê maseyê agahdarkirinê hate danîn.

Di çalakiyê de pankarta ‘Bazirganê çekan û sûcê şer DYA ji Kurdistanê bicehime’ hate daliqandin û dovîzên li dijî biryara DYA’yê hatin rakirin. Di çalakiyê de belavokên bi zimanî Elmanî hatin belavkirin, pêşengeha wêneyan hate vekirin.

Di çalakiyê de li ser navê Dayikên Aşitiyê axaftin hate kirin û hate gotin ku biryara DYA’ya li dijî hersê pêşengên PKK’ê nayê qebûlkirin.

Piştî axaftinan çalakî bi dawî bû.

BONN

Li bajarê Bonn ê Elmanyayê jî biryara DYA’yê ya li dijî 3 kadroyên pêşeng ên PKK’ê bi meşekê hate protesto kirin.

Di meşê de hate ragihandin ku biryara DYA  yê tê wateya piştgirîdayîna politîkayên Erdogan û AKP’ê. Di axaftinan de ev tişt hatin gotin; “Biryara DYA yê tê wateya dewama komployê, Kurdan komplo vale derxistiye û paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû cîhanê bi bandore.”

Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Bijî PKK’, ‘Ji Ocalan re azadî’ û ‘Dagirker ji Kurdistanê derkevin’ hatin berzkirin.

KASSEL

Li Kasselê jî Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina biryara DYA yê li qadan bûn. Girseya gel li Kassel Aue Statîonûn li hev civiyan û piştî axaftinan meşiyan. Di çalakiyê de li dijî DYA, Elmanya û Tirkiyeyê dirûşme hatin berzkirin û qedeya li dijî PKK’ê hate şermezar kirin.

Girseya gel ji bo balê bikêşin li ser tecrîda giran a ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wêneyên Ocalan vekirin. Piştî vekirina wêneyên Oclalan polîsan pêşiya meşê girt û daxwaza rakirina wêneyê Ocalan kir. Piştî ku girseya gel biryara polîsan red kir polîsan êrîşî gel kir û hinek kes destgîrkirin. Girseya gel diyar kir ku heta kesên hatine destgîrkirin neyên berdan wê çalakiya xwe bidomînin û çalakî hê jî didome.