'Biryara li ser rêveberên PKK'ê encama bazara qirêj e'

Wekîla Partiya Çep Kakabaveh diyar kir, biryara DYA'yê ya li ser rêveberên PKK'ê encama polîtîkayên qirêj ên navbera DYA û Tirkiyeyê ye û got, ji bo êrîşên li dijî Kurdan biqedin û aştî pêk were, divê li Ewropayê konferansa aştiyê bê lidarxistin.

Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Amîneh Kakabaveh ji ANF'ê re axivî û got, "Ez ê rewşa Kurdên li 4 parçeyan bi taybetî yên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, her wiha mijara girtina Hevserokên berê yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, parlamenterên din û rêveberên şaredariyan ên girtî bînim rojeva Parlamenta Swêdê."

Kakabaveh işaret bi sûcdariyên 'rêxistina terorê' yên li PKK'ê tên kirin û got, "Bi sûcdariyên wiha tiştek bi dest nakeve. Dewleta Tirk beriya niha bi PKK'ê re hevdîtin li ser aştiyê kir. Beriya bi çend salan Erdogan qebûl dikir ku PKK rêxistineke ku aştî pê re bê kirin. Lê belê piştî ku di hilbijartinên 2015'an de HDP'ê 13 ji sedî yê dengan girt, hikumet ji nû ve li şer vegeriya."

DIVÊ OCALAN TAVILÊ WERE BERDAN

Kakabaveh bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Nabe ku nêzîkatiyeke bi vî rengî li Ocalan were kirin. Ocalan lîderê tevgereke gel e. Bi dîtina min ne ku divê tenê tecrîd were rakirin, divê Ocalan bê berdan. Ê ku terora dewletê dike Erdogan e, lê ew serbest e."

Kakabaveh li ser bêdengiya welatên Ewropayê li pêşberî tecrîdkirina Ocalan got, "Ji ber ku PKK'ê weke rêxistina terorê dibÎnin, bêdeng in. Bi vî rengî dengê xwe li binpêkirina hiqûqê nakin. Ya rast, welatên rojavayî xiyanet li Kurdan kirin. Selahattîn Demîrtaş hevserokê partiyeke qanûnî bû. HDP li parlamentê tê temsîlkirin. Ev yek tevgereke gel e. Lê belê ji bo berdana Demîrtaş tiştekî nakin." Amîneh Kakabaveh got, divê hikumeta Swêdê û hemû welatên Ewropayê bi rengekî fermî ji Tirkiyeyê bixwazin ku Demîrtaş û HDP'iyên din ên girtî berde.

PÊWÎSTE SWÊD PIŞTGIRIYÊ BIDE SÎSTEMA DEMOKRATÎK A LI ROJAVA

Di dewama axaftina xwe de Parlamenta Partiya Çep bi bîr xist ku gef û êrîşên Erdogan ên li ser Rojava zêde bûne û got, hikumeta Swêdê ku xwe weke femînîst bi nav dike, divê sîstema demokratîk a li Rojava biparêze ku jin lê rêveber in û xaka xwe ji dijminan diparêzin. Kakabaveh got, "Yekîtiya Ewropa ji bo pêşî li hatina penaberan bigire 3 milyar kron alîkariyê dide Tirkiyeyê. Divê ev bê rawestandin. Lİ şûna vê pêwîste alîkariya pere ji Rojava re bê kirin. Ez ê vê yekê li parlamenta Swêdê pêşniyar bikim."

DIVÊ STATUYA ROJAVA WERE NASKIRIN

Kakabaveh da xuyakirin ku dikare pêşniyar bike ji bo Swêd ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bixwaze ku Rojava nas bike û got, "Eger Rojava ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve were naskirin û statuya wê bê qebûlkirin, wê Erdogan û dîktatorên din nema karibin êrîşî Rojava bikin. Dema ku dewleta Tirk êrîşî Efrînê kir, hêvî ji DYA û welatên din ên rojava dihate kirin ku li ber rabin. Lê belê hemûyan destek dan Tirkiyeyê ku endamê NATO'yê ye. Lewma divê statuya Rojava were naskirin. Heta ku ev neyê kirin wê gef û êrîşên Erdogan dewam bikin."

'BIRYAR ENCAMA BAZARA QIRÊJ E'

Kakabaveh li ser biryara DYA'yê ya li dijî sê rêveberên PKK'ê got, "Ev yek encama bazara navbera DYA û Tirkiyeyê ye. Dibe ku gelek kes ne li benda helwesteke bi vî rengî ya DYA'yê bû, lê ez matmayî nemam. Min her tim got ku divê Kurd ji emperyalîstan bawer nekin. Em gelê Kurd hinekî saf in. DYA û Rûsya ne ji bo parastina Kurdan, lê ji bo berjewendiyên xwe li herêmê ne. Biryara DYA'yê vê yekê bi vekirî nîşan dide."

GIRÎNG E LI EWROPAYÊ KONFERANSA AŞTIYÊ WERE LIDARXISTIN

Kakabaveh anî ziman ku ji bo Rojava bibe xwedî statu û êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Kurdan biqede, Partiyên Çep dikarin bi beşdariya parlamenterên Ewropayê konferanseke aştiyê organîze bikin û got, "Bi vî rengî em dikarin zorxê li Swêdê bikin ku mijarê bixe rojeva Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê. Eger gelek parlamenter û partî mijarê bixe rojevê wê hîn bi bandor be."