Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...

Protokola ku dewleta Tirk li Efrînê bi çeteyan û 'meclîsên mehelî' ji bo talana zeytûnên Efrînê danîn nexabite. 'Meclîsa Mehellî ya Şerayê' gilhê çeteyan kirin.

Di Komxebata Kurdî de ya ku ji hêla Platforma Zimanê Kurdî ve hate civandin, hate gotin li dijî pişasftinê divê têkoşîn were geşkirin, li hemû qadên jiyanê, her kêlî Kurdî were bikaranîn.

Artêşa Tirk bi şêwazekî din jîngehên welatiyên sivîl bombe kir. Di bomberdûmana bi obus û katuşan ên li Geliyê Balinde, devera Çemço, Sîda yê ziyanê madî pêk hatin.

Li bajarê Bonn ê Elmanya û bajarê Bern ê Swîsreyê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara DYA’yê ya li dijî sê pêşeng û şoreşgerên Kurt hatin protestokirin.

Li navçeya Derbendîxan û Seyîdsaqid ên bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê biryara DYA’yê ya li dijî sê pêşengên Tevgera Azadiya Kurd bi çalakiyan hate protesto kirin.

Girtiyên PKK’yî û PAJK’ê diyar kirin ku li hemberî biryara Amerîkayê ya li dijî avakar û rêveberên PKK’ê divê têkoşîneke xurt were kirin.

Di navbera serokên Fransa û DYA ya ku wê îro li Parîsê li hev kom bibin, ji ber gotinên Macron ên mijara gefên artêşa YE û Amerîkayê nakokî derketin.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kir. Ji ber çalakiyê di derbarê Guven de lêpirsîn hate vekirin.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Baran Mawa ya DGH'ê ragihand ku di navbeyna 23-29'ê Cotmehê de wan li Stenbolê 11 wesayît şewitandine.

Artêşa Tirk a dagirker li gundê Hemran ê Minbîcê gule li ser gundiyan reşand ên ku zeytûn diçinîn.