'Em ê AKP'ê têk bibin'

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî got di hilbijartinê de ew ê AKP'ê ya ku xwe li ser şer û talanê ava dikin, têk bibin. Temellî diyar kir ku di şexsê Ocalan tecrîd li ser aştî û azadiyê datînin.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî tevlî kongreya Rêxistina Navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê bûn. Temellî di kongreyê de li ser rojevê axivî.

'TECRÎDA LI SER AŞTÎ Û AZADIYÊ'

Temellî Leyla Şaylemez ku li Parîsê hatî qetilkirin bi bîr anîn, slav li girtiyên jin kir kir û got, ''Ji bo me heta ku têkoşîna azadiya jinê nebe faşîzm jî têk naçe''.

Temellî her wiha girêva birçîbûnê ya Leyla Guven a rehîn, a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî got ''Rêya ku dawî li vî şerî bîne ji Birêz Ocalan ê Imraliyê diçe. Divê demildest tecrîd bi dawî bibe. Tecrîda li Imraliyê tecrîda li ser aştî û azadiyê ye.''

Temellî got AKP desthilatdariyeke wiha ku li cîhanê bi şer û şantajê li ser piyan dimîne.

'AKP DESTHILATDARIYA ŞER E'

Temellî bi berdewamî got, ''Ev desthilatdarî desthilatdariya şer e. Desthilatdariya şer a li dijî gelê Kur de. Li gel her tiştî jî, em weke duh îro jî bi biryardarî li azadî, aştiyê radiwestin û rêya xwe didomînin. Ev êrîş wê me neşkînin.

‘QEYÛMÊN WAN DIZIYÊ DIKIN, EW JÎ BI HDP’Ê RE MIJÛL DIBIN’

Temellî, di dewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Partiya me ji bo neteweya demokratîk û avakirina civakê gelek bedelên giran da. Li vî welatî dibin navê faşîzmê de, qeyûm hene. Qeyûm tayînê 96 şaredariyên me kirin û xesp kirin. Li şûna ku desthilatdar li dijî nelirêtiyên qeyûmen xwe têbikoşe, hema bi HDP’ê re mijûl dibe. Em çawan li dijî faşîzmê derdikevin, emê wan qeyûman jî, ji ser vîna gel bigirin û bavêjin.”  

ÎDÎAYÊN HEYÎ DEREWANDIN

 Temellî, îdîayên ew bi AKP’ê re bi veşartî hevdîtin dikin jî derewandin û wiha bilêv kir: “Ne mimkûn e ku em li gel AKP’ê hevdîtin bikin. Emê tu carî bi hişmendiyeke li ser şer û talanê xwe mezin dike re hevdîtinê nekin. Dev ji hevdîtinê berdin, em difikirin ku AKP’ê li binguhê erdê bixin. Em ê di hilbijartina herêmî de xwe bigihînin hemû kesan. Emê li hemû kolan û koçeyan xebatên xwe birêve bibin. Di vê çarçoveyê de em bang li hemû kesan dikin ku têkoşîna xwe ya azadî, aştî û demokrasiyê mezintir bikin.”

Piştî axaftinan hilbijartin hat kirin û ji bo Hevserokatiya Rêxistina Akdenîzê Nurgul Salman û Abdulselam Kutlu hatin hilbijartin.