Salvegera avabûna PKK’ê li Dûîsbûrgê hate pîrozkirin

Bi wesîleya salvegera avakirina PKK’ê li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê pîrozbahiyek hate lidarxistin.

Nêzî 800 kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Li Eywana pîrozbahiyê pankarta ku salvegera PKK’ê pîroz dike û wêneyên şehîdên têkoşîna azadiyê hatin daliqandin.

Di pîrozbahiyê de Hevserokên Meclîsên Herêman û nûnerên Mala Êzidiyan axivîn.

Di pîrozbahiyê de biryara DYE’yê ya ku biryara girtina sê rêveberên PKK’ê daye û tecrîda dewleta Tirk a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.

Di pîrozbahiyê de Hozan Dêrsim, Ciwan, Farqîn, Kawa, Şengul Pak, Dengê Evîna Sarya û koma folklorê yên Wesel û Bocholtê derketin ser dikê.

Di pîrozbahiyê de sînevîzyona li ser PKK’ê jî hate nîşandan û pîrozbahî heta derengê şevê domiya.