Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş..

HPG'ê diyar kir ku hêzên wan li Colemêrg û Şemzînanê li dijî 6 baregehên leşkerî çalakî pêk anîne. Li gorî daxuyaniyê, tenê di çalakiya Girê Silor ê gundê Bêsosinê yê Şemzînanê de 17 leşker mirine, 37 birîndar bûne û 9 jî winda ne.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku qonaxa dawî ya Pêngava ‘Bagera Cizîrê’ ango ‘Şerê Tunekirina Terorê’ dîsan dest pê kiriye. Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Girê Spî û Kobanê Pêngava Bagera Cizîrê ji bo demekê hatibû rawestandin.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan silav da Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiriye. Bûldan got, "Em ê têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê mezin bikin."

Qeyûmên ku ji aliyê hikumeta AKP'ê ve li şaredariyên DBP'î hatine bicihkirin, peravên Gola Wanê ji xwe re kirine navenda rantê. AKP û qeyûman niha jî dest bi firotina Gola Wanê kirine.

Dewleta Tirk a ku zeytûnên Efrînê didize, planek ji bo firotinê jî amade kiriye. Li gorî vê yekê, zeytûnên hatine dizîn wê di deriyê sînor ê ku 8'ê Mijdarê li Cindirêsê hate vekirin, derbasî nava Tirkiyeyê werin kirin.

HDP'ê ji hemû saziyên xwe yên partiyê, parlamenter, rêxistinên bajar û navçeyan û meclîsên xwe xwest çalakiyan li dar bixin û destekê bidin Leyla Guven ku li dijî tecrîdê ketiye greva birçîbûnê.

PJAK'ê bi tundî li ber biryara DYA'yê ya li dijî her sê pêşengên Kurd rabû û got, "Ev biryar xizmetê ji DAÎŞ'ê û Erdogan re dike." Di daxuyaniyê de hate gotin, "Gelê Kurd wê heta nefesa xwe ya dawî xwedî li Rêberê xwe derkeve."

FEMEN'ê ji serokên hikumet û dewletan ên li paytexta Fransa Parîsê li hev civiyan re got, "Hûn bi xêr hatine sûcdarên şer" û ew prostesto kir.