Navê xwe 'Altay' e, lê bi temamî malê Elman e

Tanka ku rejîma Erdogan navê 'Altay' lê kiriye û wê destpêkê 250 heb bên çêkirin, di serî de motor û çekên wê hema bêjin temamiya wê malê Elman e. Sermayedarên wê jî milyarderê Malezyayî Albûkhary û Mîrnişînê Qatarê ne.

Ji bo tanka bi navê 'Altay' ku bi salan e di rojeva desthilatdariya Erdogan de ye, gava destpêkê roja Înê hatibû avêtin. Ji bo çêkirina vê tankê, di navbera Serokatiya Pîşesaziya Parastinê ya dewleta Tirk û fîrma BMC ku xwediyê wê Ethem Sancak ê nêzî Erdogan e, bi merasîmekê peyman hatibû îmzekirin.

Desthilatdarî û çapemeniya Erdogan dibêje, "Ev tank bi temamî ji aliyê Tirkiyeyê ve tê çêkirin û îhaleya wê jî ne ji şîrketeke biyanî, lê ji BMC'ê re hatiye dayin." Lê belê rastî gelekî cuda ye.

Ya yekemîn; tank wê ne tenê ji aliyê BMC'ê ve bê çêkirin. Tank wê ji aliyê şîrketeke bi navê "Rheînmetall BMC Pîşesaziya Parastinê" (RBSS) ve bê çêkirin ku ev şîrket di navbera BMC û şîrketa çekan a Elman Rheînmetall de hatiye avakirin.

Ya duyemîn; gava ku hinekî lêkolîn li ser were kirin wê bê dîtin ku di serî de motor û sîstema wê ya çekan, hemû parçeyên tankê ji A heta Z'ê malê Elman e.

Serokê Pîşesaziya Parastinê Îsmaîl Demîr di dema merasîma îmzekirinê de got, ji bo tanka Altayê wan nû dest bi karê çêkirina motorê kirine. Bi vî rengî li xwe mikur hat ku wê motoreke biyanî di tankê de bê bikaranîn.

Ji bo pirsên rojnamevanan ên li ser mijarê Demîr got, "Ji bo tanka destpêkê ku wê piştî 18 mehên din bê çêkirin, motor nagihêje. Motora li prototîpê malê Elman e. Heta niha agahiyeke ku dibêje 'em nadin, motor wê neyê' ji Elmanan nehatiye."

SÊ ŞIRÎKÊN SANCAK BIYANÎ NE

Di projeya 1000 tankî de ku maliyeta wê 7 milyar Euro ye, wê destpêkê 250 tank werin çêkirin. Ji şirîkên Erdogan ê kar Sancak ku bi gotina 'bila temamiya malbata min bibe qurbanê wî' her tim dibêje ku ew heyranê Erdogan e, sala 2014'an şîrketa BMC a ku qemyon û wesayitên leşkerî çêdike ji dewleta Tirk kirîbû. BMC a Sancak sala 2016'an tevî şîrketa çekan a Elman Rheînmetall û yek ji holdîngên mezin ên Malezyyaê Etîka Strategî re RBSS ava kiribûn.

Ji bo BMC karibe bi Rheînmetallê re xweş bixebite, endezyarekî bi navê Mehmet Çîmşîr li ser RBSS hate bicihkirin ku ev kes li Elmanyayê mezin bû û perwerdeya xwe li Elmanyayê qedand.

40 ji sedî yê vê şîrketê ya Rheînmetallê ye. Şirîkê sêyemîn jî ji Malezyayê ye.

Etîka Malezya şîrketa milyarder Syed Mokhtar Albûkhary e. Albûkhary ku yek ji alîgirên herî girîng ê Erdogan ê li Malezyyaê ye, xwedî weqfekê ye. Weqfa wî û weqfa Turgevê ku Bîlal Erdogan serkêşê wê ye, bi hev re dixebitin.

Xwediyên tanka 'Altay' ne tenê ev in. Mîrnişînê Qatarê ku yek ji piştevanên Erdogan e, di nava RBSS'ê de xwedî pareke mezin e. Xuya ye şirîkatiya RBSS a bi Qatarê re wê ne tenê di mijara tanka 'Altay'ê de be. Ji ber ku par di organên çapemeniyê yên navneteweyî de hatibû ragihandin ku RBSS wê mîna tanka 'Altay'ê ji bo Qatarê jî hezar wesayitên zirxî çêbike.