Şehîdên têkoşîna azadiyê li Stockholm û Bremenê hatin bîranîn

Şervanên ku di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de şehîd bûne, li paytexta Swêd Stockholmê û li bajarê Bremen ê Elmanyayê hatin bîranîn.

Şervanên ku di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de şehîd bûne, li paytexta Swêd Stockholmê û li bajarê Bremen ê Elmanyayê hatin bîranîn.

STOCKHOLM

Dilpak Evîndar Faraşîn (Dîlek Aslan) ku 14'ê Hezîrana 2017'an li Zagrosê şehîd bû, Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Delal Amed (Hulya Eroglû) û 12 hevrêyên wê ku Mijdara 2017'an li herêma Bestayê şehîd bûn, li paytexta Swêd Stockholmê civîneke bîranînê hate lidarxistin.

Xwişka Evîndar Faraşîn Semra Erkîlî li civînê axivî û got, ew pê serbilind in ku xwişka wê canê xwe di oxira azadiya gelê Kurd de feda kiriye. Erkîlî diyar kir, Faraşîn şehîda temamiya Kurdan e. Erkîlî her helbesta gerîla Faraşîn û nameyên ku ji wê û dayika wê re şandibû xwend.

BREMEN

KOMAW'ê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Bremen ê Elmanyayê ji bo xatirê şehîdan taştê da. Nûnerên KOMAW'ê û xizmên gerîla yên li Bremenê tevlî kombûnê bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê civîna bîranînê hate lidarxistin.

Fatma Aslan bi navê KOMAW'ê axivî, işaret bi girîngiya şehîdan kir ji bo gelê Kurd û got, "Eger îro li Rojava jiyan hebe, ev yek bi saya şehîdên me ye."

Aslan bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Erk û berpirsyariya me ye ku em vê komployê têk bibin."

Di vê navberê de li bajarê Essen ê Elmanyayê jî salvegera 40. a damezrandina PKK'ê hate pîrozkirin.