Penaberên Sûriyeyî ji kîn û nefretê bêzar bûne

Penaberên Sûriyeyî yên li Edeneyê gotin, mirovên li herêmê timî bi hêrs li wan dinerin.

Penaberên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê ne, di nava şert û mercên giran de hewl didin debara xwe bikin. Çend ji malbatên penaber ên li Edeneyê der barê zor û zehmetiyan de ji ANF'ê re axivîn.

'YA JI XWE RE MALÊ KIRÊ BIKIN YA JÎ JI VIR BIÇIN'

Dayika 5 zarokan Nebîle Habîbsa beriya niha bi 5 salan ji bajarê Reqa yê Sûriyeyê ji ber şer reviya. Habîbsa diyar kir ku dema ew hat, hevserê wê birîndar bû û got, "Hin ji xizmên me li ser rêya ewropayê mirin, hinek jî li welatê xwe man. Em jî tevî zarokên xwe hatin vir. Lê nizanim bê me baş kir an na. Bi salan em li Yuregîrê li binê konan man. Herî dawî ji me re gotin, 'qedexe ye, hûn nikarin li binê konan bimînin. Ya ji xwe re malê kirê bikin, ya jî biçin'. Em jî ketin xaniyê kirê kirî. Lê weke ku hûn jî dibînin di ferqa vir û axurê ji hev nîne. Kirêya vê odeya bi tenê 700 TL ye. Ne banyo, ne mutbex ne jî odeyeke din heye. Lê ewqasî biha ye. Ji xwe xanî jî nadin me."

Habîbsa anî ziman ku ji dema hatiye Tirkiyeyê û vir ve ji kesî alîkarî nedîtine û wiha dewam kir: "Zarokên min hem dixwînin, hem jî alîkariyê didin min. Em carna li nava bexçeyan dixebitin." Habîbsa diyar kir ku birîna hevserê wê rehet bûye, lê nexweşiyên mayinde lê der bûne û got, "Li vir bi hêrseke mezin li me dinerin. Em dixwazin vegerin welatê xwe. Dixwazin şer tavilê biqede."

'KESÎ ALÎKARÎ NEDA ME'

Ji esnafên kolana Mîrza Çelebî ku weke 'Kolana Helebê' tê binavkirin, Îbrahîm ê Sûriyeyî got, 5 sal in li herêmê ye, 2 zarokên wî hene û bi kar hewl dide debara xwe bike. Û wiha dewam kir: "Heta niha kesî alîkarî nedaye me. Pereyê ku ji Ewropayê tê bi ti awayî bandorê li jiyana me nake." Îbrahîm ê Sûriyeyî diyar kir ku haya wî qet ji peymana navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê nîne, wî bihîstiye ku hin penaber çûne Ewropayê, lê wî qet nexwestiye biçe.

3 XWIŞKÊN JI ŞER REVIYAN

Zara ûbeyd, Rûksan Mûhammed û Nûrû Aga ku 3 xwişkên hev in û ji ber şer ji Sûriyeyê hatine Edeneyê, gotin "Hevserên me di şer de mirin. Piştî ku me zarokên xwe winda kir, em jî reviyan û hatin vir." Nûrû Aga diyar kir ku şert û mercên jiyanê yên li Tirkiyeyê gelekî giran in û got, "Her tişt gelekî biha ye. Nepêkane ku mirov karibin debara xwe bikin. Li mala me kurekî min û kurekî xwişka min ên biçûk hene. Ji bilî wê zarok nîne, lê dîsa jî kirê û fatûre gelekî biha ne. Li vir kar gelek e, lê mixabin tenê ji bo welatiyan e. Ji bilî komkirina kaxizan û karkeriya li nava zeviyan, karekî din nîne."