ROJEVA 12'Ê MIJDARÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 12'ê Mijdara 2018'an.

- Welatî û nûnerên saziyên li Rojava nerazîbûn nîşanî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan û bang li saziyên mafên mirovan ên navneteweyî kirin ji bo bi erka xwe rabin.

- Tanka ku rejîma Erdogan navê 'Altay' lê kiriye û wê destpêkê 250 heb bên çêkirin, di serî de motor û çekên wê hema bêjin temamiya wê malê Elman e. Sermayedarên wê jî milyarderê Malezyayî Albûkhary û Mîrnişînê Qatarê ne.

- 12 welatan destek dan pêşniyara "peymana nûçe û demokrasiyê" ya Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF).

- Serokkomarê nû yê Iraqê Berhem Salih ji DYA'yê xwest, dema ku ambargoya li ser Îranê xist meriyetê, krîza siyasî û aborî ya li Iraqê bibîne.

- Jinên Kurd ên li Seyhanê carna li mala xwe bi tenê, carna jî dema bi cîranan re rûdinên, qinê gwîzan derdixînin û wan difiroşin. Bi xêra vê yekê debara xwe dikin.