ROJANE
Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk ragihand ku Rêber Apo di metna xwe ya perspektîfê de pênaseyeke nû ya aştiyê kiriye û xwedî nêzîkatiyeke aştiyê ya rasteqîn e.
Serokên 15 baroyên Kurdistanê li Meclisê serdana DEM Partiyê kirin. Serokên baroyan daxuyandin ku ew piştgiriyê didin Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan hişyarî da ku eger şerê Îran-Îsraîlê mezin bibe wê bibe sedema şikestinên jeopolîtîk ên mezin û got, "Rê û rêbaz eşkere ye; bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd Tirkiye dikare ji vê bahozê rizgar bibe."
Omer Ocalan anî ziman ku di serdana Cejna Qurbanê de Rêber Apo diyar kiriye ku divê DEM Partî li her deverê hêza xwe xurtir bike û gotiye, "Eger DEM Partî bigihêje benda ji sedî 20’an wê li vî welatî bibe desthilatdar."
Hevseroka PJAK'ê Peyman Viyan destnîşan kir ku gelên Îranê bi ruhê 'Jin, Jiyan, Azadî' dikarin sîstemeke civakî ya alternatîf ava bikin û got, "Şert û merc çi dibin bila bibin em ê ji bo gelê xwe û mafên xwe têbikoşin."
Hemû Nûçe
-
-
-
-
-
Li Îranê hêrsa mezin a civakî
Li Îranê, karker û kedkar bi mehan e li qadan e, ya jî di grevê de ne. Lê belê ne DYA'yê ev yek kiriye sedemeke ambargoyê, ne jî welatên Ewropayê, Rûsya ya jî Çîn guh didin maf û azadiya mirovan.
-
-
-
-
Li Dusseldorfê konê azadiya Ocalan hate vedan
Li bajarê Dussseldorf ê Elmanyayê ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara DYA ya li dijî sê pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê, konek hate vedan.
-
-
-
-
-
-
Ji dadgeha Elman cezayê 'Efrînê'!
1000 Euro cezayê pereyan dane aktîvîstê Kurd Ahmet Çakmak ku li Munchenê tevlî çalakiya şermezarkirina êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bûbû.
-
-
-
DYA êdî naedile -Analîz
Biryara li dijî rêveberiya PKK´ê rûyê rastî yê DYA´yê derxist meydanê. Careke din xuya kir ku ti nirxa wan a insanî, exlaqî û wicdanî nîne. Bi vê biryarê li nava çavê gelê Rojavayê Kurdistanê nihêrîn û heqaret lê kirin.
-
-
-
Kurd li Fransa, Elmanya û Danîmarkayê li qadan bûn
Li Fransa û Elmanyayê ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara DYA’yê ya li dijî pêşengên PKK’ê Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan çalakî hatin kirin.
-
-
Rapora PE ya Tirkiyeyê: Pêvajoya muzakerayan rawestînin
Raportora Parlemetoya Ewropa (PE) ya Tirkiyeyê Ketî Pîrî, di rapora Tirkiye ya îro hate pêşkêşkirin de ragihand ku ti ewlekariya pêvajoya hevdîtina ku endamtiya Tirkiyeyê ya YE’yê nemaye. Pîrî daxwaza rawestandina pêvajoya muzakereyan kir.
-
-
6 sal û 3 meh ceza dan Hozan Canê
Hunermenda Kurd Hozan Canê ku meha Hezîranê li Edîrneyê ji aliyê rejîma AKP’ê ve hatibû girtin, ji doza ku dihate darizandin 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn.