Bûldan: Em ê li her derê bi ser bikevin!

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan diyar kir ku di hilbijartinên xwecihî de wê li her derê bi ser bikevin û got, dem dema hevgirtinê ye.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan tevlî kongreya partiya xwe ya rêxistina Enqereyê bû.
Bûldan li vir axivî û got, "Eger dixwazin bi tankan destketiyên gelekî ji holê rakin, navê vê yekê faşîzm e". Bûldan işaret bi qirkirina siyasî kir û got, "Girtina Demîrtaş, Yuksekdag tê wateya tasfiyekirina siyasetê. Tayînkirina qeyûman li ser îradeya gel tê wateya tasfiyekirina siyasetê. Tê wateya desteserkirina destketiyên gelê Kurd."

Bûldan diyar kir ku wê ji bo piştgiriya parlamentera wan a dîlgirtî Leyla Guven ku li dijî tecrîdê ketiye greva birçîbûnê dest bi çalakiyan bikin.

Bûldan bal kişand ser gef û êrîşên rejîma AKP'ê yên li ser rojhilatê Firatê û Rojavayê Kurdistanê û got, "Destê xwe ji Kurdan, ji gelên Tirkiyeyê vekişînin."

'EGER EM BIBIN YEK, EM Ê BI SER BIKEVIN'

Li ser hilbijartinên xwecihî jî Bûldan got, "Gelê me wê wan qeyûman bişîne Enqereyê û wê wan meqaman radestî jinên HDP'yî bike." Bûldan wiha bi mijarê daket: "Yekane rêya rizgariya ji zilm û zordariya AKP'ê, demokrasî, azadî û jiyana bi hev re ye. Bi tifaqa hemû hêzên demokrasiyê dibe. Enqere û Stenbol gelekî girîng in. Eger em dixwazin vê zîhniyeta faşîzan têk bibin û dixwazin ku AKP têk biçe, wê wextê em dibêjin dem dema hevgirtinê ye. Em ê li Enqereyê jî bi ser bikevin, li Kurdistanê jî bi ser bikevin."

'HETA KU TECRÎD Û ÊRÎŞ HEBIN, EM Ê HEVDÎTINÊ NEKIN'

Bûldan li ser hin îdîayên ku dibêjin, 'Bi AKP'ê re bi rengekî veşartî hevdîtin kirine' wiha got, "
Bûldan li ser îdîaya ku bi AKP'ê re bi dizîka hev dibînin jî got, ''Van demên dawî operasyoneke bi mebesta çêkirina têgihiştinê heye. Li ser îdîaya Meral Akşener ku gotî, ''HDP û AKP bi dizîka hev dibînin'' dixwazim vê bibêjim. Ne bi dizîka û ne jî bi rengekî aşkere bi ti awayî em AKP'ê re hev nabînin. Em dixwazin ragihînin, ên ku Demîrtaş, Yuksekdag, Balûken û hemû parlamenterên me di girtîgehê de dihêle em ti caran hev nabînin. Em bi wê hişmendiyê re ku qeyûm anîne ser şaredariyên me û gotî, ''Em ê Kurdan tine bikin'' ti caran rûnanin. Yek ji mijarên me yên rêgezî û jê gava xwe bi paş naavêjin ev in. Divê dilê her kesî di vê mijarê de rehet be. Heta ku li Imraliyê tecrîd hebe, heta ku parlamenterên me di girêva birçîbûnê de bin û hê jî neyên berdan, dixwazim diyar bikim, tiştekî ku em bi AKP'ê re biaxivin tine.''