Nûceyfî yê hevkarê Erdogan axivî!

Waliyê berê yê Mûsûlê Esîl Nûceyfî yê ku Mûsûl teslîmî DAÎŞ’ê kir û hêzên dagirker ên Tirkiyeyê bir Başîkayê, îddîa kir ku ew ê DAÎŞ dîsa êrîşî Mûsûlê bike.

Waliyê berê yê Mûsûlê Esîl Nûceyfî yê ku ji ber sîxurtî ji Tirkiyeyê re kiriye, derbarê wî biryara girtinê heye , piştî êrîşên DAÎŞ’ê yên li ser Mûsûlê dîsa axivî. Nûceyfî got ku, “Çeteyên DAÎŞ’ê li Mûsûlê bi awayekî azad digerin. Rewşa li Mûsûlê wekî ya beriya sala 2014’an e.”

ÎDDÎA KIR KU IRAQ TENÊ TEMAŞEK DIKE!

Nûceyfî diyar kir ku hêzên Iraqê çavê xwe ji tevgerên DAÎŞ’ê yên li derdora Mûsûlê digirin û got ku, “Di demên dawîn de em dibînin ku DAÎŞ dîsa tevdigere. Ji Kerkûkê ber bi Mexmûrê, ji herêma Hazer a li başûr û rojavayê Mûsûlê û heta Baac û sînorê Tirkiyeyê. DAÎŞ bi serbestî li van herêman digere. Hêzên Iraqê ji bo pêşîlêgirtina wan tu gavan neavêjin.”

JI ENQEREYÊ DIYAR KIR KU BEXDA BERPIRS E!

Ji ber ku derbarê wî biryara girtinê heye Esîl Nûceyfî niha li Enqereyê ye. Nûceyfî diyar kir ku Bexda berpirsê vî tiştî ye û got ku, “Tenê rêveberiya siyasî ya Bexdayê dikare vê meseleyê çareser bike, ji ber ku ew berpirsyar in. Rayedarên leşkerî yên li Mûsûlê fermanan ji lîderên siyasî yên li Bexdayê distînin. Hêzên ewlekariyê nikarin ewlehiya canê şêniyan mîsoger bike. Niha rewş wekî beriya 2014’an e. Bêyî lêpirsîn mirov tên destgîrkirin. Hêzên ewlehiyê yên li bajêr nikarin mîsogeriyê bidin gel.”

NÛCEYFÎ KÎ YE?

Dema ku DAÎŞ di salên 2014’an de li derdora Eyaleta Nînowayê xwe birêxistin dikir, Nûceyfî waliyê Mûsûlê bû.

Nûceyfî di sala 2015’an de bi biryara Parlementoya Iraqê ji peywira walîtiyê hate stendin û piştre bi hinceta ku hiştiye hêzên Tirkiyeyê bi hêsanî têkevin Mûsûlê û li Kampa Zalîkan a Duhokê baregeha leşkerî ava bikin, ji aliyê Dadgeha Daraza Bilind a Iraqê derbarê wî biryara girtinê hate dayîn. Nûceyfî ji ber biryara girtinê niha li Tirkiyeyê dimîne.